ÎHD: Em ê bûyerên sûcên şer bişopînin

Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku dewleta Tirk di êrîşên xwe de yên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer kiriye û wê van bûyeran bişopînin.

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn sûcên şer ên ku dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê kir û nîjadperestiya hatiye sorkirin ji ANF'ê re nirxand.

Keskîn diyar kir ku komkujiyên dewleta Tirk kiriye di asta sûcê şer de ye û bi taybetî rapora otopsiyê ya siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef 'tirsnak' pênase kir.

Keskîn bi bîr xist ku Tirkiyeyê Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreyê pejirandiye û destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovan wê van sûcên şer hemûyan bişopînin.

Keskîn anî ziman ku li gorî agahiyên ji wan re hatine ragihandin, mirovên li Rojava hatine girtin anîne Riha û bajarên derdorê û destnîşan kir ku der barê vê rewşê wê bikevin nava hewldanan û di nava hefteyê de agahiyan eşkere bikin.

Keskîn bi bîr xist ku bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava li Tirkiyeyê jî êrîşên nîjadperestî zêde bûne û got, "Nîjadperestî şêweyekî sîstemê ye. Bi destê dewletê ev polîtîkaya tundiyê û zimanê nîjadperestiyê tê rewakirin û ji rêzê ve tê nîşandan. Mirovên ji rêzê jî vê yekê weke mafekî xwe dibînin. Rojên dawî du êrîşên nîjadperestî hatin kirin. Ti ji van tesadûfî nînin. Ya yekemîn êrîşa li dijî extiyarekî li Çanakkaleyê bû ku ji ber ku bi Kurdî bi hevsera xwe re axivî êrîşî wî kirin û ew birîndar kirin. Ya duyemîn jî li Sakaryayê Şîrîn Tosûn ê ciwan tenê ji ber ku bi Kurdî axivî bi lînckirinê jiyana xwe ji dest da. Ev yek cînayetên nîjadperestiyê ne. Beriya niha jî me li dijî van êrîşên lîncê doz vekirin lê mixabin dadgeriyê timî li aliyê nîjadperestan biryarên xwe wergirt."

Keskîn anî ziman ku zimanekî tundiyê bi destê dewletê tê rewakirin û destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovan wê her tim li dijî vê yekê tevbigerin.