ÎHD’ê ji bo xwişkên Sîncar ên hatibûn qetilkirin edalet xwestin

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan ji bo xwişkên Mumîne û Tayyîbe Sîncar ên sala 1994’an ji aliyê leşkeran ve di serdegirtinê de hatibûn qetilkirin, daxuyaniyek da.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan çalakiya 637 a bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û berpirs bên darezandin’ li ser tevna dijîtal daxuyaniyek da.

Di çalakiyê de serpêhatiya xwişkên bi navê Mumîne (17) û Tayyîbe Sîncar (23) ku di serdegirtina leşkeran a 27’ê Hezîrana 1994’an li ser maleke li gund Guzelagaç a navçeya Mehsert a Mêrdînê de hatibûn qetilkirin, hate vegotin.

Alîkara Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Rahşen Bataray Saman gotinên dayika Turkiye Sîncar a 15’ê Tebaxa 1994’an ji rojnameya Ozgur Ulke re vegotibû, anî ziman.

Saman diyar kir ku di serdegirtinê de raste rast Tayyîbe Sîncar hatiye kirin, tevgerên tîmên taybet ên li ser ban hatibûn bicihkirin çek li Tayyîbe rast kirin û got: “Wê demê xwişka wê Mumeîne xwe bi ser xwişka xwe de digire. Polîsên tîmên taybet gule li wan direşîne û her du xwişkan jî qetil dike. Piştî bûyerê leşker dixwazin bên cenaze bigirin, lê malbat û gundiyan rê neda vê. Piştre jî malbatê daxwaz kir ku dozgerek bê herêmê lêkolîn bike. Ji navçeya Mehsertê dozger tê û li taxê lêkolînê dike û raporê amade dike. Di raporê de 36 qalikên çeka M-16 hatibûn komkirin tê bicihkirin. Tevî hemû israrên malbatê dozger rapora otopsiyên nake.”

Saman destnîşan kir bûyer weke kuştinên kiryarên nediyar derbasî qeydan bûn, heta ku polîtîkayên bêcezatiyê bidawî nebe, wê têkoşîna wan bidome.