ÎHD'ê bîlançoya hefteyekê da: Desteserkirin, êşkence, binpêkirin

Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê bîlançoya heftiyeke ya ji ber dagirkerî û êrîşên qeyûm ên AKP'ê da û got, ''Mafê bi milyonan mirov hate binpêkirin, êşkence li gelek kesan hate kirin.''

Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê têkilî dagirkeriya qeyûm a li ser şaredariyên Kurdistanê, destgîrkirin, girtin û êrîşên li ser xwepêşandanên protestoyê daxuyaniyeke niviskî da.

Di daxuyaniyê de li ser dagirkirina şaredariyên Kurdistanê yên Amed, Wan û Mêrdînê hate gotin, ''Mafê hilbijartinê yên bi milyonan mirov ji dest hatiye standin, li dijî destûr û yasayan tevgeriyane û sûc hatiye kirin.''

Her wiha hate gotin bi dagirkirina şaredariyan re, ''Avahiya şaredariyê bi barîyeran kirine mîna girtîgehan, welatî di nav tevdîrên jidiyayî yên ewlehiyê de dikarin biçin avahiyan'' û domdarî hate diyarkirin,''Bi vî rengî, piştî ji peywirê standina hevşaredaran û li şûna wan qeyûm hate danîn, vîna gel radestî hêza çekdar a dewletê kirin''.

Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê her wiha bi bîr xist ku piştî dagirkirina qeyûman, ji 19'ê Tebaxê heta 23'yê Tebaxê 1000 kes hatiye destgîrkirin û dema destgîrkirinê heqaret li welatiyan hatiye kirin, li şûbeyên têkoşîna dijî terorê ajantî teklîfî kesên ku hatine destgîkirin kirine, hewcehiyên nexweş û yixtiyaran neahtine bicihanîn, nehiştine ku pêdiviyên xwe yên tiwaletê jî bi cih bînin.

Her wiha hate gotin bi êrîşa li ser xwepêşandanên protestoyî  yên dijî darbeya qeyûm azadiya derbirînê, mafê protestoyên bi aştî, qedexeya êşkenceyê hatiye binpêkirin û ev rewş hê jî didome.

Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê di daxuyaniya niviskî de her wiha bi bîr xist ku polîsên Tirk êrîş birine ser parlamenterên HDP'ê, derb li wan dane û ew birîndar kirine û mînaka parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Semra Guzel, Gulîstan Koçyîgît da.

Di daxuyaniyê de nûçegihanên ku hatine destgîrkirin hate bibîrxistin û hate gotin mafê ku welatî aghadar bibin û nûçegihan agahiyê bidin hatiye binpêkirin.

Hate diyarkirin li gel ku Rewşa Awarte qediyaye jî bi qanûna 7145'an Walî bi kêfî vê rayeyê bêsînor bi kar tînin û di serî de li Amed, Wan û Mêrdînê her cure daxuyanî, çalakiyên rûniştinê qedexe dikin.

'MAFÊ BI MILYONAN MIROV HATE BINPÊKIRIN, ÊŞKENCE LI GELEK KESAN HATE KIRIN'

ÎHD'ê di daxuyaniya xwe de herî dawî got, ''Vê heftiya dawî mafê hilbiartin û hilbijêrbûnê ya bi milyonan mirov, mafê civînê, xwepêşandanê, xwevegotinê, agahdarbûnê û agahîdanê hatiye binpêkirin. Li gel vê, êşkence û tehde li gelek welatiyan hatiye kirin.''

ÎHD'ê xwest ku qeyûm bi lezginî bi paş ve werin kişandin,  peywira hevşaredaran li wan were vegerandin, qedexeyên li ser xwepêşandanên bi aştî û protesteyan rabe, dawî li binpêkirina qedexeya êşkenceya û tehdeya li xwepêşdêran were û lêpirsîn li ser wan peywirdaran were kirin ku êşkence û tedeyê dikin û yên ku fermanê didin wan.

ÎHD'ê her wiha xwest ku dawî li destgîrkirin û girtinên kêfî were.