Îdîanameya li dijî oldarên Kurd hate amadekirin, hate qebûlkirin

Îdîanameya li dijî bi dehan endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Oldaran re (DÎAYDER) hatibû amadekirin, hate qebûlkirin. Hinceta darizandinê jî 'Dayina xutbeya bi Kurdî' ye.

28 endamên DÎAYDER'ê di 3'ê Tîrmehê de hatibûn destgîrkirin. Ji wan Karabey, Mehmet Înan, Mehmet Emîn Aslan, Nezîr Erdemcî, Ekrem Baran, Hafîk Tûnç û Sefa Mehmetoglû bi hinceta ku bi Kurdî xutbe xwendine, tevlî Nimêja Înî ya Sivîl bûne û karên komeleyê meşandine hatin girtin. 17 ji wan jî hatin berdan.

Îdîaname piştî şeş mehan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hate amadekirin û pêşkêşî 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hate kirin.

Di îdînameyê de karên komeleyê û xutbeya bi Kurdî weke 'alîkariya bi rêxistinê' û 'endametiya rêxistinê' hate pênasekirin.

Îdîaname ji aliyê 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ve hate qebûlkirin. Rûniştina destpêkê ya doza li endamên DÎAYDER'ê hatiye vekirin wê di 18'ê Sibata 2022'an de pêk were.