Êzidiyên li Ermenistanê serdana gorên xwe kirin

Li bajarokê Armavîr û gundê Aygîşad ên bajarê Oktomberyan ê Ermenistanê Kurdan mîna her sal di 20'ê Îlonê de serdana gorên xwe kirin.

Li bajarokê Armavîr û gundê Aygîşad ên bajarê Oktomberyanê, Kurdên Êzidî mîna her sal di 20'ê Îlonê de serdana gorên xwe dikin, serdana gorên xwe yên li Çarkatanmartînê kirin û xêra wan belav kirin.

Ji bo xizmên wan ên wefat kirin bi Şêx û Pîran 'qewl' dan xwendin û piştre ji bo xêra xizmên xwe yên wefat kirine xwarin belav kirin.

Endamê Meclîsa Kurdistan Komîte Rostem Hasoyan der barê mijarê axivî û got, "Xwarina ku îro em ji bo xêrê li vê deverê belav dikin ne tenê ji bo mirovên me yên jiyana xwe ji dest dane. Em xwarina xêrê her wiha ji bo gelê xwe bi temamî bi taybetî ji bo miriyên xwe yên li Şengalê, Kobanê, Efrînê belav dikin û wan bi bîr tînin. Ji bo wan kesên ku ji çiyê berê xwe dan Şengalê û komkujiyeke mezin asteng kirin, ji bo wan kesên ku Şengal ji DAÎŞ'ê rizgar kirin û di oxira wê de jiyana xwe ji dest dan em xwarina xêrê belav dikin. DAÎŞ'ê li Şengalê komkujiyeke mezin kir; zarok revandin, serê zarokan jê kirin. Lê belê em li gorî nirxên xwe yên însanî nêzî 70 hezar DAÎŞ'iyên di destê me de ne dibin. Ev yek jî nîşan dide ku nirxên însanî ji bo me gelekî girîng in.

Eger em karibin bibin yek hingî em ê lîstikên dijmin ji holê rakin. Yekîtiya me îro ji bo me gelekî girîng e. Ji bo vê divê her kes bi berpirsyarî tevbigere."

Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê, her gund, eşîr, malbateke berfireh xwedî goristanekê ne û rojên wan ên serdana ji bo goristanan jî cuda ne. Li herêma Elegezê 11 gundên Kurdên Êzidî di 20'ê Gulanê de serdana gorên xwe dikin. Li herêmên Oktomberyan, Talîn û Araratê jî di mehên dawî yên payîzê de serdana goristanan tê kirin.