Êşkenceyê li girtiyên jin ên Wanê dikin

Hate ragihandin li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Wanê êşkence û tehdeyê li gritiyên jin dikin, wan tazî dikin û ser wan seh dikin.

Binpêkirina mafan a li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T'yê y Wanê û nehiqûqî bûne rapor. Li ser giliyan Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), TUHAY-DER, Odeya Tabîban a Wan-Colemergê, îhd, THÎV'ê bi hev re bi girtiyan re hevdîtin kirin û raporeke hevpar dan.

Rapor li hêwana civînê ya Baroya Wanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re hate parvkekirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin êşkence û miemeleya nebaş bi endamên MEBYA-DER'ê hatiye kirin û hate gotin li ser vê parêzerên Komîsyona Baroya Wanê û Şûbeya OHD'ê ya Wanê çûne girtîgehê, serdana wan kirine.

Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Ekîn Yeter diyar kir bi girtiyan Ceyda Dîndar, Gulîstan Onver û Semîran Ebaga re hevdîtin kirine, giriyan ji wan re ragihandine ku li personelên li Beşa Qebûlkirina Girtiyan li ser mijara koxuşa alî-bêalî zexta psîkolojîk li wan kirine, bi ser wan de qêriyane, piştre 3 memûrên jin dema ser wan seh kirine, cilê wan ji wan kirine, ji wan re gotine, ''sê cawan xwe bitewînin û bikuxin''.

Dîndar her wiha got heta 02:00'an nivîn nedan wan, malzemeyên wan ên paqijiyê, semawer, TV, pirtûk, pênûs nedane wan û li odeyeke gemarî hiştine, 3 rojan ji bo ku avê pê vexwin îskan nedane wan, li ser wan ferz kirine ku li ser piyan hijmara xwe bibêin û lêzimiyên wan ên kantînê nehatine bicihanîn.

Girtiya bi navê Semîran Erbaga ji Girtîgeha Girtîya Jinan a Amedê sirgûnî vir kirine û dema ku sirgûnî vê girtîgehê kirine ser wê tazî kirine û wiha ew seh kirine.

Yeter diyar kir bi rengekî ku girtiyan tazî bikin û ser wan seh bikin binpêkineke giran a mafê mirovan e û xwest ku dwelet divê qedexeya êşkenceyê bide ber çavan, bi temamî dawî li sehkirina tazî bîne û ji bo ku pêşî li êşkenceya li girgîtehan were girtin tevdîran bistîne, bi berdewamî got, êşkence û mimeleya nebaş a li girtiyan dijî rêziknameyên netewî û navnetewî ye û ji bo ku pêşî li kirinên ku ziyanê didin rûmeta mirov û kêfî xwest ku yasay werin guherandin.