Êşkencexaneya Saddam: Emne Sureke

Rûyê rast ê bajêr li navenda êşkence, komkujî û windakirina mirovan a rejîma Baas veşartî ye ku bi navê Emne Sureke tê naskirin.

Silêmanî navenda raperînên Baban, Erdelan, Berzencî û gelek raperînên din ên Kurd e. Bajarek e ku serî li ber rejîma Baasê ya Iraqê netewandiye. Hem raperîner e, hem jî zerya rewşenbîrî, helbestvanî û wêjevaniyê ye.

Warê Şêx Riza Talabanî, Faîk Bêkes, Şêrko Bêkes, Pîremêrd, helbestvanê ji Rojhilatê Kurdistanê Mamostayê Hemin, Hejar, Nalî, Mewlewî û Bextiyarî ye. Navendeke çandê ya rewşenbîran e.

Her wiha cih û warê Şêx Mehmûd Berzencî ye, keleha berxwedanê ye.

Li Silêmanî navê Şêx Seîdê Pîranî, Qazî Mihemed, Salîm, Bextiyarî, Mewlewî, Dr. Qasimlo û gelek kesayetên hêja yên Kurd tê dîtin.

Bi Parka Nalî, Pirtûkxaneya Cemal Îrfan, Parka Ahmet Kaya, Navenda Yilmaz Guney, Peykerê Zekiye Alkan re bajareke ku gelek nirxên Kurdan diparêze. Û Îbrahîm Ehmed...

Bi kolan, park û navendên xwe yên çandê, şopa têkoşîna çar parçeyên Kurdistanê li vir heye.

EMNIYETA SOR

Bi avahiyên xwe yên bilind, kolanên fireh, firoşgehên mezin, kafeyên nûjen û mirovên xwe yên modern... Mîna bajarekî ku qet êş nekişandiye, mirovên lê nehatine qirkirin xuya dike. Halbûkî em zanin ku rabirdûya xwe ne bi vî rengî ye.

Rûyê xwe yê rast li navenda êşkence, komkujî, windakirina mirovan a rejîma Baas, li Emne Sureke tê dîtin.

Ji vir re dibêjin 'Emniyeta Sor'. Ji aliyê Saddam Huseyîn ve li taxa Aştî ya Silêmanî di sala 1980'î de hatiye çêkirin. Li vê navendê êşkence li mirovan dihate kirin, dihatin kuştin. Yên ketin nav, nema karî derkeve.

Emne Sureke li cihekî ji 1 km çargoşeyî hatiye çêkirin. Ji 10 avahiyan pêk tê.

Dema ku Raperînê dest pê kir Emne Sureke bû zindana bi hezaran Kurdî. Piştî ku 5'ê Adara 1991'ê li Ranyayê Raperînê dest pê kir, 7'ê Adarê yanî piştî du rojan gelê Silêmanî dor lê girt. Gel destpêkê li taxên Akarî û Aştî berê xwe da navendên artêş, emniyet û polîsan.

Piştî ku saziyên li nava bajêr ji rejîmê hatin standin, hemû efserên li saziyan wezîfedar xwe li Emne Sureke girtin.

Piştî dorpêça ji du rojan, 846 efserên rejîma Baas hatin kuştin û Emne Sureke ji rejîma Saddam hate standin. Bi sedan kesên êşkence lê dihatin kirin hatin rizgarkirin. Efserên êşkencekar hatin kuştin. Leşkerên bi saxî hatin girtin jî radestî malbatên wan hatin kirin.

Gelek mirovên wê wextê ji Emne Sureke bi saxî hatin rizgarkirin, hê dijîn. Û ti ji wan ji ber Emne Sureke derbas nabin.

Piştî ku gelê Silêmanî 9'ê Adara 1991'ê Emne Sureke ji rejîma Saddam girt, bi têlan dor lê hate girtin û mîna xwe hate hiştin. Kesî dest neda tiştekî di hundirê wê de. Şopa fîşekan a li dîwêr, kulûbeyên nobedaran ên hatin hilweşandin, hemû mîna xwe hatin hiştin. Piştre têlên li dorê hatin rakirin û dîwar li dorê hate lêkirin. Tank, top, hawan, wesayitên leşkerî yên tê de hatin parastin. YNK'ê sala 1996'an Emne Sureke kir muze. Niha her roj mirov serdana muzeyê dikin.

Dema ku mirov dikevin hundirê muzeyê, li ber derî wesayitên leşkerî yên rejîma Baas tên dîtin. Tank, panzer, hawan, top, cemserên leşkeran...

Li pêşberî wesayitên leşkerî peykerek heye. Peykerê seriyekî û destên biçûk ên bi qirkirina wî girtine.

Rêber qala çîroka vî peykerî dike û dibêje, "6 zarokên dibistana seretayî ku ji ber bi Kurdî axivîn bi îxbara mamoste hatin girtin, li cihê peyker lê hatiye çêkirin tên kuştin. Piştî ku Emne Sureke hate girtin, ji bo zarok bêne bîranîn, ji bo Kurd komkujiya zarokan ji bîr nekin, peykerekî bi vî rengî hatiye çêkirin."

Pişte em ji deriyê ji hesin ê mezin dikevin nava cihekî mîna labîrent. Li ser dîwarê wê parçeyên ji eynikan hene. Ampûl li her du aliyên wê hatine zeliqandin. Rêber dibêje, ji bo 182 hezar kesên hatine kuştin parçeyên eynikê û ji bo 4 hezar gundên hatine şewitandin jî 4 hezar lambeyên biçûk hatine daliqandin.

Piştî ku em ji labîrentê derbas bûn, dikevin saloneke ku bi sed metreyî dirêj e û bi bîst û pênc metreyan berfireh e. Korîdoreke ji pênc metreyan berfireh li navenda salonê heye. Du beşên li çep û rastê korîdorê bi hesin hatine girtin.

Li erdê jî parçeyên ji betanî, kember, gomlekê qetiyayî û goreya ji wê wextê mayî hene. Rêber dibêje li vê qada biçûk bi sedan kes diman.

ŞOPA FÎŞEKAN A LI SER DÎWÊR

Em ji nava korîdoreke mezin derbas dibin û diçin avahiyeke din. Li ser avahiya ji du qadan li ser dîwarê wê gelek şopên fîşekan xuya dikin. Hemû odeyên li avahiyê navendên êşkenceyê ne.

Li odeya destpêkê ya li aliyê çepê yê avahiyê, zarok dihatin girtin. Li ser dîwarê qewîşa zarokan gelek rafîtî yê zarokan hene. Piştî ku Emne Sureke bû muze, dora van nivîsên bi sestan bi pênûsa ji rengê sor hate xêzkirin û ji bo orjînala wan bê parastin bi jelatînê ser wan hatiye girtin.

Bi dehan çîrokên li ser odeyên êşkencexaneya zarokan tê gotin, ku mirovan gelekî pê diêşîne.

FELEQE, DALIQANDINA FÎLÎSTÎN Û QESAB

Em ji wê odeya ku emrê zarokan lê dihate mezinkirin, êşkenceyên giran lê dihatin kirin û dihatin darvekirin derketin. Piştre me berê xwe da navenda feleqeyê.

Li odeya feleqeyê, hunermendên Silêmanî peykerên mirovên dixistin feleqeyê û êşkencekaran hatiye çêkirin. Piştre em derbasî odeyeke êşkenceyê ya ku jê re Daliqandina Fîlîstînê û Qesab" tê gotin, bûn. Peykerê mirovekî ku hatiye daliqandin heye. Li cem wî jî peykerê du celadan.

Bi qasî 10 metreyan dûrî odeyên êşkenceyê, hucreyên yek kesî hatine çêkirin. Li hucreyan jî peykerê mirovên bi zincîran hatine girêdan hatine çêkirin. Peykerê mirovên ku hatine tazîkirin...

Em ji odeyên êşkenceyê derdikevin û vê carê diçin jorê, ber bi beşên din ên êşkencexaneyê. Em diçin du qewîşên ku kincên qetiyayî, bi dehan pêlav lê ne. Li vir jî peykerên mirovên êşkence li wan dihatin kirin û destên wan bi pêlikan ve hatin girêdan hene.

QEWÎŞA JINAN

Em ji deriyekî din ê avahiyê derketin û çûn avahiyeke îdareyê ya li pêşber. Li pêşberî wê jî du qewîşên jinan hene. Wezîfedarê muzeyê dibêje, yek ji van qewîşan ji bo destdirêjî li jinan bê kirin dihate bikaranîn. Jinên ku ducanî dihatin hiştin, li vir zarok dianîn. Ji ber vê yekê li nava qewîşê gelek peykerên jinan ên bi zarok û serberjêr hene.

Qewîşa ku destdirêjî li jinan dihate kirin, ji roja Emne Sureke hate girtin û vir ve girtî ye. Ji bilî wezîfedaran kes nekariye bikevin wê derê.

Piştî ku ev der kirin muze, beşek jê ji Komkujiya Helebçeyê re hate veqetandin. Wêneyên mirovên li Helebçeyê hatin kuştin li dîwêr hatin daliqandin. Navên yên hatine tespîtkirin hatin nivîsandin.

DENÎZ, NÛJIYAN, MÛSTAFA, MAZLÛM BAGOK

Ji sala 2014'an û vir ve nav û wêneyên têkoşerên di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn li beşeke muzeyê hatin bicihkirin.

Li beşekî muzeyê, navên şervanên YPG/YPJ û Pêşmergeyên di şerê dijî DAÎŞ'ê de şehîd bûn tevî wêneyên wan hatin bicihkirin.

Her wiha cihekî taybet ji keleha berxwedanê, ji Kobanê re hatiye veqetandin. Li cihekî biçûk peykerekî şervanên YPG/YPJ'ê hatiye çêkirin. Li pişt wan jî tabloyeke mezin a Kobanê hatiye bicihkirin.

Beşek ji nûçegihanên ku di şer de şehîd bûn hatiye veqetandin. Dema ku mirov dikevin hundirê vê beşê, wêneyên nûçegihan Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Mûstafa Mûhammed, Mazlûm Bagok û rojnamevanên Başûrî dibînin.

Piştî gera li beşa ji bo rojnamevanan hate çêkirin, min serdana xwe qedand. Li her beşeke Emne Sureke, li her cihekî êşa bi sedan salî hebû. Ya rast rû û dîroka rast a Silêmanî li vir e.