Êrîşên sîstematîk ên dewletê ya li Herêma Zîlan didomin

Armanca esasî ya dewleta Tirk a li Herêma Zîlan a nêzî 90 sal in bi qetlîam, koçberî, bendav, talan, mêtingerî û HES’an dixwaze sirûşt, dîrok, erdnîgarî û siberoja gelê Kurd tine bike.

Herêma Zîlan bi şînatiyên xwe yên cûr bi cûr û dîsa lawir û nebatan xwedî cihekî dewlemend û cihêreng e. Xwedî zeviyên fireh ên çandinî, ji bo lawirvaniyê cihekî berhemdar, qadên çêrgehê û zozanan in. Yek ji cihê Masiyê Kefal ê weke masiyê Wanê tê zanîn lê hêk dikin û tên hilberîne. Dewlemendiya Herêma Zîlan bi vê naqede. Bi qasî dewlemendiya sererd, xwedî madeyên dewlemend ên binerd û madenan e.

Herêma Zîlan a xwedî dîrokekî bi hezaran sal, malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye.Yek ji van şaristaniyan jî Împaratoriya Ûrartûyan e. Cihê ku yekem bingehê Şaristaniya Ûratûyan lê hate danîn, eşîretên Kurd lê bûn yek, cihê lê dewlet hatî avakirine. Şarisaniya Ûrartû ya li Erdîşê bû dewlet, bi lez mezin bû û bi salan li ser dika cîhanê cihê xwe girt.

DI DÎROKÊ DE YEK JI QETLÎAMA HERÎ MEZIN HATE KIRIN

Herêma Zîlan a bi awayê erdnîgarî xwedî cihekî stratejîk e, li sêgoşeya Îran, Wan, Agirî û Bedlîsê cih digire. Weke deriyê Rêya hevrişim a ji Çîn û Hindistanê destpê kir a bi Rojava re hatî vekirin tê zanîn. Gundê Şehbazar a li Herêma Zîlan di rewşa navenda bazirganiyê de bû. Herêma Zîlan a di rewşa dilê çandinî, lawirvanî û bazirganiyê de cih digre, hem di warê erdnîgarî û hem jî dîroka Kurd de ji ber xwedî cihekî taybet e, tim bûye hedefa êrîşan.

Li Herêma Zîlan a ji bo gelê Kurd xwedî cihekî taybet e, berî 90 salan ango 1930’î de 44 gund hatin şewitandin, jin, zarok û kal jî di nav de di navbera 15 heta 50 hezar kes hatin qetilkirin. Her çendî ku weke qetlîam qala wê nayê kirin jî, di nava qirkirinê sed salên dawî de cih digire. Piştî qetlîamê bi hezaran kes şandin girtîgehê, bi hezaran hatin sirgûnkirin. Xaka herî bi berhemdar û lawirên li Herêma zîlanê di navbera dewletê û milîsan de hate parvekirin. Bi hezaran kesên hatin qetilkirin, li deverên cihê yê geliyê 3’an a Herêma Zîlanê bi komî hatine veşartin.

HEWLDANA TIRKKIRINA HERÊMÊ

Qedera Zîlanê bi vê tenê nema. Li şûna Kurdên hatin qetilkirin û xakên wan ên bi berhemdar, di navbera salên 1982 û 1983’an ji aliyê Serokkomarê Tirk ê darbekar Kenan Evrem û Serokwezîr Tûrgût Ozal ve Kirgizên anîbûn hatin bicihkirin. Kirgizên li Zîlanê hatin bicihkirin, ji bo parastinê kirin hêza milîsên dewletê. Dewletê di navbera salên 1978’an û 1992’an de li ser Geliyê Zîlan û Çemê Zîlan Bendava Koçkoprû ava kir. Armanca esasî ya bendava ku bi armanca avdana zeviyên çandiniyê hate avakirin, tinekirina şopên qetlîamê û siberoja wê tine bike û welatiyên herêmê neçarî koçberiyê bikin.

Germavên Zîlan a sed salin di serî de ji bo gelê herêm û her kesê ku serdana wê dike dibe şifa, sala 2016’an ji aliyê dewletê va het hilweşandin. Tesîsên germavê dikevin navbera gundê Doganci û Hasanabdal ên dikevin Herêma Zîlanê. Her salê bi hezaran kes serdana van germanvan dikin. Li Germavan mirov hem bi xweza û hem jî bi ava ger kêfxweş dibin, hem jî ji bo wan dibe şifa. Qeyûm û Qeymeqamê Erdîşê yê sala 2016’an weke qeyûm kete ser şaredariyê bi hinceta ‘Li germavan PKK’yî hene’ hate hişweşandin. Derket holê ku çavkaniyên ava germ a li herêma germavê 49 sal in hatiye firotina şirketekeî ya nêzî AKP’ê.

WÊ LI ZÎLANÊ JIYÎN TINE BIBE

Yek ji dewama polîtîkayên dewletê ya li Zîlanê pêk tîne, bi hev re çêkirina 4 HES’an e.Ya ku dixwazin li vir bi projeyên HES’ê bikin, bandora wê ya roxîner a li ser çandinî û dîsa qadên çêrgehê bike ku gelê herêmê neçarî koçberî û herêm ji mirovan bala bibin. Bi vê armancê li Herêma Zîlanê ji sala 2014’an ve dest bi çêkirina HES’an hate kirin. HES a ku dixwest bê çêkirin li ser nerazîbûnên gel, sala 2015’an li ser biryara Dadgeha Bilind hate sekinandin. Tevî biryara Destûra Bilind jî berî 2 mehan dîsa dest bi avakirina HES’ê hate kirin.

Dema li Zîlanê çêkirina HES’an bi dawî bibe, wê zeviyên çandiniyê tine bibin, gelî wê zuha bibe. Di encama vê de wê çandinî û lawirvanî tine bibin, xelkê herêmê neçarî koçberiyê bibin. Ji ber dever tenê bûye cihê rantê, wê jiyîn tine bibe. Li Zînaê encamên HES ên bên çêkirin bi vê dawî nabe; Çemê Zîlan wê qirêj bibe, hem jî wê zuha bibe, her wiha wê hilberandina Masiyên Kefal jî bikeve xeteriyê. Armanca esasî ya dewleta Tirk a li Herêma Zîlan a nêzî 90 sal in li ser qetlîam, koçber, bi bendav, talan, mêtingerî û HES’an dixwaze xwza, dîrok, erdnîgarî û siberoja gelê Kurd tine bike.