BERXWEDANA MEZIN A SERDEMÊ DI ROJA 4’EMÎN DE YE

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê ev 4 roj in bê navber dewam dikin. Hûn dikarin rewşa dawî ji weşana me ya BLOGA ZINDÎ bişopînin.

23:57

Hemû Hêzên Parastina Bakurê Sûriye û Hêzên Erka Xweparastinê gotin: “Em amade ne Efrînê biparêzin” û diyar kirin ku rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk.

 

23:55

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi hewan û obusan navçeya Cindirês a Efrîn û bi tankan jî gundê Zurmixar a Kobanê topbaran dike. Bomberdûman hê jî didome.

23:38

Artêşa Tirk a dagirker gundê Zormixarê ya dikeve rojavayê Kobanê bomberdûman dike.

21:37

Şervanên QSD`ê li gundê Umera yê girêdayî herêma Raco tankeke artêşa Tirk a dagirker rûxandin û gelek keşker hatin kuştin.

21:29

Di encama topbaran û bomebarana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên herêmên Raco û Cindirêsê de 10 kes birîndar bûn.

20:36

Di encama şerê şervanên QSD’ê ya li gundê Hemamê de serçeteyê Tûgaya Semerqand Feyad El-Xelef hatiye kuştin.

19:27

Hemû Hêzên Parastina Bakurê Sûriye û Hêzên Erka Xweparstinê gotin: “Em amade ne Efrînê biparêzin” û diyar kirin ku rê nadin dagirkeriya dewleta Tirk.

 

19:25

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker didomin, artêşa Tirk a dagirker li gundê Meydan Ekbes ê girêdayê navçeya Raco ya Efrînê wesayîta sivîlan kir hedef. Hat hînbûn ku sivîlên di wesayîtê de birîndar bûne.

18:41

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bang li civaka navneteweyî, saziyên alîkariya mirovî û rêxistinên mafê mirovan kir ku sûcên dewleta Tirk derxînin holê.

 

17:42

Gundê Hemamê yê Cindirêsê ji çeteyan hate paqijkirin

17:32

Artêşa Tirk a dagirker li Cindirêsê komkujî kir

 

17:16

Fermandariya Biryargeha Giştî ya YJA-Starê: Îro jî Efrîn li ser xeta Arîn Mîrkan li hemberî faşîzma dewleta Tirkiyeyê qehremanan diafirîne. Faşîzma Tirkiyeyê ew ê di Efrînê de têk biçe û di şexsê Efrînê de ew ê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û azadî bi ser bikeve.

 

16:30

Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Yalangoze yê Cindirêsê barand û 4 sivîl şehîd xist, ku 2 jê zarok, 2 jî jin in. Di komkujiyê de gelek sivîl jî birîndar bûn.

 

16:04

17 kesên li Efrînê ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûn hatin veşartin.

 

15:47

Li Cindirêsê bomberdûman: Şehîd û birîndar hene

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ji bo dagirkirina Efrînê di roja çaran de ye. Hêzên Tirk ên nikarin li pêşberî berxwedana şervanan û gel bi pêş ve biçin, bombeyan li cih û warên sivîlan dibarînin.

Ji ber bomberdûmana bi top û obusan, li navenda navçeya Cindirêsê şehîd û birîndar hene. Agahiyên berfireh bi dest neketin.

15:27

Li Efrînê îro 30 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin

QSD'ê encama berxwedana îro ya li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk tê dayin eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 30 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin, 2 wesayit jî hatine rûxandin.

 

15:06

Li gundê Qoda yê Racoyê 6 leşkerên Tirk û çeteyên wan hatin kuştin

Li gorî nûçeya ANHA'yê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li derdora gundê Qoda yê herêma Racoyê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin.  

Di encamê de 6 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û erebeyeke wan a zirxî hate rûxandin.

Şerê li herêmê didome.

15:01

Hêzên Tirk ên li Qestel Cîndo hatin şikandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîş birin ser girê Qestel Cîndo yê li navçeya Şera ya Efrînê. Ev êrîşa dagirkeran hate şikandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatine girtin, ustegmen Ogûz Kaan Ûsta jî di nav de gelek leşker û çete hatine kuştin.

Çeteyên hatin têkbirin ber bi gundê Marî yê Ezazê ve çûn.

14:12

Berxwedana li hemberî êrîşa dagirkeriyê di 4’emîn de didome. Artêşa Tirk û rêxistinên El Kaîdeyê yên ku xeyal dikirin ew ê di 3 saetan de Efrînê dagir bikin, li hemberî berxwedana QSD’ê tarûmar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana şervanên QSD’ê têk çû. Artêşa Tirk a dagirker kesên sîvîl wekî şervan nîşan dide û dixwaze raya giştî bixapîne. Lê belge, vîdeo û wêneyên qetlîama li ser sivîlên li Efrînê hovîtiya Serokkomarê Tirkiyeyê  Erdogan û çeteyên wê nîşan dide.

 

14:06

NAV-DEM’ê roj, saet û cihê çalakiyên ji bo Efrînê eşkere kir. Bang hate kirin ku bi giyanê berxwedanê tevlî çalakiyan bibin.

 

 

13:39

Endamê Ragihandina YPG'ê Welat li Efrînê şehîd bû

Endamê Raghandina YPG`ê Tolhildan Welat di 22'ê Çileyê (duh) di êrîşa li Girê Qestelê Cindo yê Şera de şehîd bû.

 

13:18

Sûcê mirovahiyê yê dewleta Tirk bi wêneyan hate çespandin

Wêneyên ku li gundê Kefernasê hatine girtin hovîtiya dewleta Tirk nîşan didin.

 

12:59

YPG: 17 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin

Navenda Raghandinê ya YPG`ê diyar kir ku 17 leşkerên Tirk û çeteyên wê li Efrînê hatin kuştin û tangeke hate rûxandin û du tang jî hatin derbkirin.

 

12:56

Nexweşxaneya Avrîn ji bo dayina xwînê bang kir

Nexweşxaneya Avrînê ya Efrînê ji bo sivîlên ku  di encama bombebaran û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de birîndar bûne, banga pêwîstiya xwînê li  welatiyan kir.

Ji saetên sibê heta niha du jê zarok 4 welatiyên sivîl birîndar bûn.

12:46

NAV-DEM’ê roj, saet û cihê çalakiyên ji bo Efrînê eşkere kir. Bang hate kirin ku bi giyanê berxwedanê tevlî çalakiyan bibin.

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/li-elmanyaye-bernameya-calakiyen-ji-bo-efrine-hate-eskerekirin-91606

12:45

Gelê Efrînê ji bo rakirina cenazeyên şervan û sivîlên ji ber êrîşan şehîd bûn, li ber Nexweşxaneya Avrînê li hev civiya.

12:39

LI HERÊMA ŞEHBAYÊ 15 ÇETEYÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh bi şev saet 01:30'î hewl dan derbasî gundê Til Cîcan ê Kantona Şehbayê bibin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiveke tund da vê êrîşê û şer derket.

Di vî şerî de 15 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, derb li wesayiteke doçka li ser a çeteyan hate xistin û çete neçar man ji herêmê birevin.

12:28

LI RACO 24 LEŞKER Û ÇETEYÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Li gundê Omera yê Racoyê di şerê giran de 24 leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin.

Li herêmê ku hê jî şerekî dijwar lê diqewime, wesayiteke artêşa Tirk ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rûxandin.

11:56

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi balafirên şer ku li dijî Efrîn û navçeyên wê tên kirin, dewam dikin.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundê Bumle yê navçeya Raco dibarîne.

Hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk di roja çaran de ye. Ji ber êrîşên bi balafirên şer ên Tirk heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

11:17

Li gundê Etmê sivîl hatin xilaskirin

Şervanên QSD’ê êrîşên dewleta Tirk ên bi ser gundê Etmê yê Racoyê şikandin. Sivîlên li gund ji hêzên Tirk hatin rizgarkirin.

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/li-gunde-etme-sivil-hatin-xilaskirin-91603

11:12

Hêzên Tirk ên dagirker ji girê Quddeyê hatin qewirandin

Di roja çaran a êrîşên dagirkeriyê de hêzên Tirk êrîş birin ser girê Qudde yê li navçeya Racoyê.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi tundî bersiv dan hewldana dagirkeriyê ya hêzên Tirk û êrîş şikandin.

Li gorî agahiyan, leşker û çeteyên Tirk ji ser gir reviyane.

Piştî ku hêzên dagirker ên Tirk ji bejahî ve hatin qewirandin, balafirên şer herêm bomberdûman kirin.

10:39

Li Efrîn û Şehbayê derba giran li hêzên Tirk hate xistin

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrîn û Şehbayê dewam dikin. Şervanên ku parastina welatê xwe dikin, derba giran li hêzên Tirk dixin. Di şerê duh de 53 leşker û çete hatin kuştin.

 

10:12

Hêzên Tirk kincê sivîl li xwe kirin û êrîşî gundê Hemamê kirin

Li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, şerê navbera hêzên Tirk ên dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dewam dike.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên Tirk kincê sivîl li xwe kirine û êrîş birine ser gundê Hemamê. Şerê dijwar ê di navbera şervanên QSD'ê û çekdarên Tirk de dest pê kir didome.

Wekî din, şerê ku nîvê şevê li dora gundê Omera yê navçeya Racoyê dest pê kir, dewam dike. Li bejahiya gundê Xelîlê û navçeya Bilbilê jî şer giran e.

10:01

Artêşa Tirk a dagirker êrîşî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike.

https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/artesa-tirk-erisi-qamisloye-dike-91598

07:31

ANHA'yê dîmenê jin û zarokên ku li Cindirêsê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk weşand.

07:29

ÊRÎŞA BI BALAFIRÊN ŞER DUH BI ŞEV JÎ DEWAM KIR

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker kete roja çaran. Duh bi şev jî balafirên şer ên Tirk êrîş birin ser gundê Qerne yê navçeya Bilbilê.

Wekî din, balafirên şer li gundên Edame, Sorke, Meydan Ikbis û Kurdê yên Racoyê bombeyan li sivîlan dibarînin.

Ji 20'ê Çileyê dema destpêkirina êrîşan û vir ve zêdeyî 20 sivîl hatin kuştin.

07:16

Vaye sûcê li dijî mirovahiyê yê ku dewleta Tirk li Raco kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Efrînê sucê li dijî mirovahiyê didomînin. Ji roja êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê hatî destpêkirin û heta niha 19 sivîl hatin qetilkirin, 23 kes jî birîndar bûne.

07:14

Gundê Qirne ji dagirkeriyê hate rizgarkirin, 2 cenaze li naverastê man.

Şervanên QSD’ê gundê Qirne yê girêdayî navçeya Bilbilê ji arêtşa Tirk û çeteyên wê paqij kirin.

ARTÊŞA TIRK ÊRÎŞA LI DIJÎ SVÎLAN DIDOMÎNE

Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê jinek kuştin, 2 zarok jî birîndar kirin.

Artêşa Tirk a dagirker, duh bi şev top avêt gundê Til Selûr ê Cindirêsê. Ji ber êrîşê jineke bi navê Sewsen Silêman (46) şehîd bû. Kurê wê Mihemed Esmen ê 7 salî û zarokekî 10 salî birîndar bûn.