Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê hate protestokirin

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Hewlêr, Helebce, Kelar, Çemçemal û Qeledizê hatin protestokirin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bi girseyî tê protestokirin.

Li dijî dagirkeriyê bi pêşengtiya Eniya Netewî ya li Dijî Dagirkerê li 9 navendên Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.

Li bajarên Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Hewlêr, Helebce, Kelar, Çemçemal û Qeledizê çalakiyên protestoyê hatin kirin.

Di hemû çalakiyên protestoyî de ev peyama Eniya Netewî ya Dijî Dagirkeriyê hate xwendin:

"Hûn hemû ji rewşa Başûrê Kurdistanê agahdarin ku niha gelê me li ser tevahiya erdnîgariya siyasî û civakî de zemînî yê welatê me rastî dagirkeriya welatên herêmê tê. Ev rewşa nayê xwestin li Başûrê Kurdistanê gihiştiye astekî metirsîdar. Bi taybet rejîma faşîst a Tirkiyeyê ya dagirker li çarçoveya planên berfireh ên siyasî, leşkerî, aborî û çendî de qonexekî nû yê proseya dagirkeriyê li Başûrê Kurdistanê destpê kiriye.

Mixabin ev planên Tirkiyeyê bi piştgiriya rasterast û nerasterast ên hinek hêzên Başûrê Kurdistanê tê meşandin. Ev jî li dijî gelê me planekî qirêje. Li gorî me,hatina artêşa Tirk ji bo du armanca ne. Yekem ji bo ji holê rakirina Tevgera Azadîxwaz a gelê me û gelên herêmê ye. Armanca duyem jî, dagirkeriya tevahiya Başûrê Kurdistanê ye û ji holê rakirina ezmûnên siyasî û jiyana sivîl a Başûrê Kurdistanê û destdanîna li ser çavkaniyên enerjiyê û çavkaniyên aborî yên Başûrê Kurdistanê ye.

Herdu armancên dagirkeran di bingehên xwe de armancên kûr û stratejîk hene. Ew jî dagirkirina tevahiya erdnîgariya siyasî ya Kurdistanê û komkujîkirina gelê me ye. Herwiha ji holê rakirina îradeya azadîxwaz e. Divê em vê rastiya metirsîdar bibînin. Rewşa xirab a aborî, siyasî û nearamiya Başûrê Kurd rasterast peywendî bi planên dagirkeriya Tirkiyeyê ve heye. Bi rêya hinek aliyên siyasî re kar ji bo şkandina îradeya gelê me dike. Bi rêya vê krîzê dikin. Lewma ji derveyî li dijî dagirkeriya Tirk rawestandin ti krîz û pirsgirêk nayên çareser kirin.

Li ser vî bingehê divê gelê me li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê rabe û Başûrê Kurdistanê ji vê tengasiya heye rizgar bikin. Lewma rizgarbûna ji dagirkeriyê û krîzan pêwîstî bi têkoşîna hevbeş heye, ji ber ku herdu bi hev re girêdane. Bêdengiya aliyên peywendîdar ên weke Parlamento û hikûmeta Herêma Kurdistanê û bêhelwestiya parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê zêdetir metirsî li ser îradeya xelkê, niştîmana Başûrê Kurdistanê çêdike. Eger bêhelwestiya wan berdewam bike, wê helwesta me ya cuda hebe li dijî dagikeriyê. Pêwîste em hemû bi hev re weke erkekî niştîmanî û demokratîk beşdarî parastina welatê xwe bibin û girîngiyê bi çalakiyên cuda bidin.

Em bang li tevahiya ciwan, jin, pêşmergeyên dêrin, rewşenbîr, aktivîst û gel dikin ku rûmet û niştîmanê xwe biparêzin. Başûrê Kurdistanê ji hemû cûre dagirkeriya fikrî, erdnîgarî, çandî û aborî ya Tirkiyeyê û krîzên hatine çêkirin rizgar bikin. Zêdetir girîngiyê bi din Eniya Niştîmanî ya Dijî Dagirkeriyê, di warê siyasî aborî, çandî rêxistin, dîplomasî de têkoşîna û parastina civakî berfireh bikin."