Êrişên nijadperestiyê li Colemêrgê hatin şermezarkirin

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Colemêrgê ragihand ku berpirsyarê êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan desthilatdariya AKP-MHP ye û ji bo têkoşîna hevpar bang li raya giştî ya demokratîk kir.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a bajarê Colemêrgê têkildarî êrişên nijadperestiyê yên li Afyon, Enqere û Konyayê li dijî Kurdan hatin kirin daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya avahiya partiyê hate dayin û Parlamenterê HDP'ê Saît Dede, Meclîsa Dayikên Aştiyê, hevserokên navçeyan û gelek endamên partiyê tevlî bûn.

'DESTHILATDARÎ YEKANE BERPIRSYARÊ ÊRIŞAN E'

Hevseroka Navçeya Navendî Sînem Seven daxuyanî da û destnîşan kir ku yekane berpirsyarê êrişan desthilatdariya AKP-MHP ye. Sînem Seven got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê Kurd û HDP a ku li pêşiya xwe asteng dibîne dike hedef. Yên ku ji aliyê siyasî û hiqûqî ve nikare bi me, êrişên nijadperestiyê dikin. Polîtîkayên dijîkirinê yên tifaqa AKP-MHP'ê zemîna jiyana hevpar ji holê radike."

Seven bi bîr xist ku êrişên nijadperestiyê di hiqûqa gerdûnî de tê wateya sûcê li dijî mirovahiyê û got, "Desthialtdariya heyeî pêşî li êrişên nijadperestiyê vedike. Ev yek ne tenê gef û metirsî li ser Kurdan e, di heman demê de gefa li ser her kesên li Tirkiyeyê ye. Eger êrişên bi heman rengî belav bibe wê Tirkiye bi rastî jî ber bi zinar ve bê tehfdan. Divê desthlatdarî dest ji ziman û polîtîkaya ku welêt dixe nava êgir berde."

BANGA LI RAYA GIŞTÎ

Seven bang li raya giştî ya demokratîk kir û got, "Ev êrişên nijadperestiyê yên li dijî Kurdan û partiya me, tenê bi têkoşîna hevpar dikare bên astengkirin. Tundî û nijadperestiya li Tirkiyeyê tenê bi têkoşîna hevpar a rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, komên baweriyan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, partiyên siyasî, jin û ciwanan dikare bê astengkirin."