'Êrişa li ser Mexmûrê qirkirin e; divê her kes li ber rabe'

KCD, TJA û DBP'ê nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a li ser Kampa Mexmûrê dan û gotin, "Ev yek dewama polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinê ya Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), têkildarî êrişa doh a artêşa Tirk li ser kampa Mexmûrê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bombekirina kampa Mexmûrê ku Kurdên sivîl lê ne, nîşaneya bicihanîna wê helwestê ye ku bi gotina 'jin jî be, zarok jî be ya pêwîst çi be wê bê kirin' hatibû pênasekirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku şêniyên Mexmûrê yên ku salên 1990'î ji zilm û zordariyê reviyan û penaber bûn, bi sedan kîlometreyî dûrî xaka xwe dîsa dibin hedefa zilm û zordariyê û hate gotin, "Ev êrişa li dijî xelkê Mexmûrê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Kampa Mexmûrê ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî de ye, hate bombekirin. Bêdengiya van hêzan li pêşberî vê êrişê nîşan dide ku hevparê vê êrişê ne. Kampa Mexmûrê ku 3 sal in ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê di nava dorpêçiyê û ambargoyê de ye, du salên dawî dibin hedefa êrişên hewayî."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirk a 1'ê Hezîranê ku kamp kir hedef, êriş li dijî kampê hate kirin û hate gotin, "Ev yek nîşan dide ku li pişt vê êrişa li dijî sivîlan yekser Erdogan bi xwe heye. Mîna li Roboskî kirin, êrişa îro li Mexmûrê hate kirin, dewama polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd e."

Di daxuyaniyê de bang li muxalîfan, parêzvanên mafên mirovan, hêzên çep û sosyalîst hate kirin ku li dijî van êrişan rabin û hate gotin, "Bêdengiya li pêşberî vê êrişê ku sûcekî navneteweyî ye, di heman demê de şirîkatiya li vî sûcî ye."