Êrişa li ser HDP’ê hate protestokirin

Êrişa li ser HDP’a Yuregîra Edeneyê hate protestokirin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ‘Wê ji vê desthilatdariyê rizgar bibin.’

Duh êrişkaran bi çek û molotofan êrişî avahiya HDP’ê ya Yuregîra Edeneyê kiribûn. Êriş ji aliyê HDP’a Edeneyê li Parka Înonuyê hate protestokirin. Parlementer jî di nav de gelek partî û rêxistinên saziya civakî ya sivîl jî tevlî çalakiya protestoyê bûn.

Polîsan beriya daxuyaniyê de ketin û derketina avahiya HPD’ê girt û nehişt ku gel biçe parkê. Dema ku gel li ber xwe da, polîsan êriş kirin.

Çalakiya protestoyê li pêşiya avahiya HDP’ê hate kirin. Hevserokê HDP’a Yuregîrê Dûrmaz Ozmen di çalakiyê de axivî û got “Ev fîşekên bera HDP’ê dane û molotofen ku avêtine HDP’ê, li dijî aştî, azadî û biratiya gelan hatiye kirin.”

Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari jî nerazîbûn nîşanî astengkirina polîsan da û got “A niha em dibînin partiyên siyasî û saziyên civakî hevgirtina xwe ya ji bo HDP’ê diyar dikin. Ev hevgirtina xwedîlêderketina demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ev hevgirtin ji bo vî tiştî ye ku, welat ji desthilatdariya zordar rizgar bibe.”

Serokê CHP’a Edeneyê Mehmet Çelebî jî diyar kir ew êrişa li ser HDP’a Yuregîrê şermezar dike û got “Vê helwesta AKP û MHP’ê ne nû ye. Ji bo astengkirina vî tiştî divê em xwedî li demokrasiyê derkevin. Em ê piştgiriya xwe zêdetir bikin.”

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê Parêzer Yakûp Ataş jî got “Ev êriş ne bi tenê li dijî HDP’ê, li dijî gelên Tirkiyeyê, demokrasî û mafên mirovan hatiye kirin.”

Piştî daxuyaniyê parlementerên HDP’ê tevî nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî ya sivîl çûn avahiya HDP’ê ya Yuregîrê. Ev saziyên civakî û partiyên siyasî tevlî çalakiyê bûn. DBP, TJA, CHP, ÇHD, ÎHD, EMEP, ESP, TOP, TÎP, SYKP û Halkevlerî.

HATAY

Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê jî êrişa li ser HDP’a Yuregîrê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurahîm Şahîn got “HDP di têkoşîna demokrastiyê de li ser fikra we ye. Ev êriş wê nikaribe têkoşîna û hezkirina me ya ji bo gelên me bide sekinandin.”