Êrişa li ser avahiya HDP'ê li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin

Kurdistaniyan êrişa li ser avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê şermezar kirin û gotin, "Hesabê êrişên faşîst wê teqez bêne pirsîn."

Êrişa çekdarî ya ku doh li ser avahiya HDP'ê ya navçeya Bahçelîevler a Stenbolê li Bakurê Kurdistanê hate şermezarkirin.

AMED: Rêxistina HDP'ê ya Amedê li qada Deriyê Çiyê daxuyanieyk da çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî êrişê da. Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Gulîstan Atasoy got, "Doh hindik mabû komkujiyeke mezin bihata kirin. Me li Îzmîrê jî dît, komkujî li pêş çavan tên kirin. Her carê jî dibêjin 'bûyereke şexsî ye' û tê nixumandin. Lê belê em ê destûr nedin vê yekê." Atasoy diyar kir ku yekane partiya ku gel li hemberî vê sîstemê diparêze HDP ye, lewma dibe hedef û got, "Hûn çi dikin bikin, hîn nikarin me ji vê mîrateya têkoşînê vegerînin. HDP li ser piyan e." Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Zeyyat Ceylan jî got, "Ew çi dikin bila bikin em ê bersiveke mezin bidin faşîzmê û pûç bikin."

ÊLIH: Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Omer Kûlpû got, "HDP bi ked û berdêlên mezin gihîştiye vê astê. Bi êrişan paşve gavê neavêje. Êrişên wan ji ber tirsa wan e. Çi dikin bila bikin wê biçin. Ti provokasyon wê nikaribe wan rizgar bike. HDP partiya berxwedanê ye."

SÊRT: Di çalakiya li ber avahiya HDP'ê ya Sêrtê de parlamenter Siddik Taş, nûnerên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA û rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Siddik Taş li çalakiyê axivî û bi bîr xist ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû timî partiya wan dikin hedef. Taş anî ziman ku êrişkar hêzê ji Erdogan û Soylû werdigire û got, "Mîna ku di komkujiya Denîz Poyraz de kirin, destpêkê dan êrişkirin, piştre jî daxuyaniyên ku êrişkar diparêzin dan. Wê biçin. Li hemberî van êrişên faşîst mîna her carê em tevî gelê xwe li ser piyan e û em ê li ber xwe bidin."

DERSÎM: Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê jî li Kolana Hunerê daxuyaniyek da. Hevserokê Partiya Kedê (EMEP) yê Bajêr Ergîn Tekîn daxuyanî da û diyar kir ku rûdana vê êrişê di salvgera Komkujiya Roboskî û roja rûniştina doza Denîz Poyraz re rasthatin nîne. Tekîn diyar kir ku bi êrişên dijî HDP'ê tê xwestin hemû hêzên demokrasiyê bêne têkbirin û got, "Desthilatdariya siyasî ya li ber tunebûnê ye, bi kaosê hewl dide li ser desthilatdariyê bimîne."

ÇEWLIK: Li navçeya Kanîreşê ya Çewlikê êriş hate şermezarkirin. Tevî HDP'iyan gelek kes tevlî çalakiyê bûn û ji bo têkoşîna hevpar bang hate kirin.

ŞIRNEX: Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê jî li ber avahiya bajêr çalakiyek lidar xist. Parlamenter Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, rêveberên partiyê yên bajêr û navçeyan û gelek kes tevlî bûn. Ozguneş diayr kir ku êrişên li ser partiyê wê nikaribin li pêşiya wan bibin asteng û destnîşan kir ku divê dev ji zimanê krîmînalîzekirinê û hedefnîşandanê bê berdan.

RIHA: Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî êriş şermezar kir. Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Ziya Çalikan diyar kir ku yê pêşî li ber êrişê vekir desthilatdariya AKP'ê û hevparê wê ye. Çalişkan got, "Ev desthilatdarî wê biçe û hesabê kiryarên xwe, sûcên xwe bide. Em ê bi mezinkirina têkoşînê bersivê bidin yên ku dixwazin meşa me ya aştî, azadî û demokrasiyê rawestînin."

WAN: Rêxistina HDP'ê ya Wanê jî li ber avahiya navçeya Artemêtanê daxuyaniyek da. Ji Komîsyona Hiqûqê ya Rêxistina HDP'ê ya Wanê parêzer Sedat Duşunmez daxuyanî da û got, "Em ê vê siyaseta ku keda gel, hêza mirovan û hiqûqê tune dike, teqez têk bibin."

COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî Hevserokêw HDP'ê yê Bajêr Lokman Ozdemîr daxuyanî da û got, "Wê nikaribin îradeya me ya jiyana bi hev re bişikînin. Meşa me ya li ser rêya aştî û biratiyê wê dewam bike û bi ser bikeve. Yên ku ji wan heye bi provokasyonan dikarin me bitirsînin û ji rêya me vegerînin bila li dîroka me ya têkoşînê binerin." Êriş li navçeya Şemzînanê jî hate şermezarkirin.

AGIRÎ: Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê jî li ber avahiya partiyê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir. Rêveberê HDP'ê Erol Berke daxuyanî da û got, "Êrişkar ji bo kuştinê kete hundirê avahiya partiya me. Em ê li hemberî van serî netewînin." Li navçeya Bazîdê jî daxuyaniyek hate dayin û êriş hate şermezarkirin.