Êrîşa hewayî bi ser Garê û Amediyê de

Balafirên şer ên Tirk qadên sivîl ên herêma Garê bombe kirin.

Hate gotin ku balafirên şer ên Tirk herêma Garê ya Qadên Parastina Medyayê û qadên bejahiyê yên girêdayî Amediyê bombe kirine. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, balafirên şer ên Tirk berê sibehê herêma Deşta Kafya ya girêdayî Amediyê ya Başûrê Kurdistanê bombe kiriye.

Li cihê ku hatine bombekirin jîngehên sivîl hene, agahiyên berfirehtir ên derbarê êrîşê de agahî nehatine bidestxistin.

Her wiha tevgera hewayî ya li ser herêmên Amediyê û Garê berdewam dike.