Ên ku heqîqetê radigihînin

Du gerîlayên çapemeniya azad yên çiyê, li nav berfa zêde û di rêyeke dirêj de diçine ser peywira xwe. Ji wan gerîlayan Medya Hawar hîs û nerînên xwe vedibêje û sedema keda ku dididin.

Gerîla Medya Hawar bi hilmeke tijî ji ked û westana ji ber meşê pêşî dibêje, “Ji bo ku em bernameyek gerîla bigirin û peyamên wan bi gel re parve bikin em niha di rêyeke dirêj de ne. Rêyeke me dûr e.  Li kêleka rêya dirêj jî, berfeke ji nîv metre zêdetir bariyaye û hê jî dibare. Her ku em ber bi bilindahiya çiyayan ve diçin berf zêdetir dibe.”

Dema ku gerîla Medya Hawar diaxive, gerila û kamerevan Newal Jiyan ku ew bi xwe jî di vê rêwîtiyê de cih digre, jê dipirse, ''Gelo ku tu di bin vê berfê de vê zehmetiyê ji bo bernameyekê bigirî bikişînî ?''  Gerila Medya jî wiha lê vedigerîn: “Dibe ku em pir biwestin û rêyekê dirêj jî bimeşin. Tevî ku dereng dibe û dibe ku pir tiştên cûda jî di nava vê berfê de biqewimin lê belê dema ku mirov pêwîstiya gelekî bi peyameke gerila dibîne, ferq nake ku ew peyam bi rêya nivîsekê, bi deng an jî bernameyekê be.  Ku ew peyam ji bo gelekî dibe bersiv û dibe sedema serî rakirin, tekoşîn û berxwedanê. Mirov ji bo gelekî dibe bersiv, ji bo wê jî mirov hemû westandinên xwe bi vê fikrandinê re ji bîr dike û ev jî tê wê wateyê ku hemû zehmetî bi riya fikrandinekê  derbas dibin.”

Medya di dewama axaftina xwe de balê dikişîne ser pir kesên ku di malên xwe de rûniştîne û wiha dibêje: “Dibe ku pir kes li dîmenê me meyze bikin pê bikenin jî lê belê azadî ewqasî tiştekî hêsan nîne, em ji bo azadiyê têdikoşin. Em ked didin, diwestin ev tev jî ji bo azadiyê ye. Çawa mirov dikare di malên xwe de rehet û bê xem rûne.  Eger rojane li kêleka me jin têne qetilkirin, zarok birçî bin û di nava çopê de li xwarina zikê xwe digerin. Dema ku min ev tişt dîtin, rûniştina li malê,  min ji bo xwe heqaret û sûcek dît.”

Gerila Medya Hawar wiha dawî li axaftinên xwe anî: “ Me her demê got û heya niha jî, em dibêjin, 'çima pîr û kalen me tênekoşiyan.’ Lê belê ger ku ez di vî temenî de serî ranekim û tênekoşim, nifşê nû wê heman tiştên ku me ji dapîr û bapîrên xwe re digotin, wê ji me re jî bibêjin. Dema ku mirov ji dinyaya xwe derkeve û hindeki be jî li derdora xwe meyze bike, wê tu carî qebûl neke ku jinek yan jî hevalek xwe li kêleka xwe were kuştin, wê qebûl neke ku zarokek li kelek mirov birçî bimîne. Wê serî rake û têbikoşe.  Ji ber ku tekane riya tekoşênê ev rê ye û rêyeke cûdatir tune ye. Tekane rêya çareseriyê û tekoşîneke bihêz ku dawiya wê, wê serkeftin be, rêya gerîlayên azadiyê ye.