Amed: Êdî em nema dikarin tehemmûl bikin

Ji Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed got êdî ti milîtanê PKK'ê û PAJK'ê tecrîd û esareta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nema tehemmûl dike.

Ji Komîteya Zindana a PAJK'ê Gulê Amed diyar kir grêva birçîbûnê ya li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji hêla civakî ve bersiva xwe dibîne û got, ''Her çalakî, berxwenda li vir geş dibe, dibe dengê civakê, dengê dil û wijdanê civakê. Dengê ku li vir bilind dibe banga ji bo geşkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî ye û her kes divê bersivê bide vê bangê.''

Amed têkilî berxwedana grêvên birçîbûnê yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ku 27'ê Mijdarê ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kirî û hê jî didome got, ''Niha bi çarçoweya pêngava, ''Bes e ji tecrîd, dagirkerî û faşîzmê re; dema azadiyê ye'' hevrêyên me yên li zindanan li dijî şerê taybet ê faşîzma Tirk û ferzkirinên teslîmbûnê berxwedanê didomin û li ser hîmê encamstnadinê bûne xwedî helwesteke çalakiya nû. Em Komîteya Zindanê bawer dikin ev helwesta pêşengiyê ya di bin esareta dijmin de, di nav şertên herî dijwar de bi derfetên zor û zehmet tê kirin wê bi ser bikeve.

Bêguman gewhera rêz û rêça berxwedana ku şehîdên me yên mezin afirandin, xeta berxwedanê ku Rêbertiya me temsîla wê dike pêk tîne. Rêbertiya me di pergala êşkence û tecrîdê ya Imraliyê de, li dijî hemû hêzên modernîteta kapîtalîst û maşikê wê rejîma faşîst a TC'ê berxwedana herî bêhempa dike. Ev 21 sal in li ser Rêbertiya me tecrîd ehye. Êdî ti milîtanê PKK-PAJK'ê nema tehemmûlî vê tecrîdê bike. Ji ber vê  Bi hezaran milîtanên PKK'yî û PAJK'î yên dilsozî Rêbertî ku li ser xeta milîtaniya Apoyî dimeşin û li ser vê xeta berxwedanê ne, îro vê grêva birçîbûnê dikin.

Weke her çalakiya mafdar û xizmetê ji armanceke meşrû re dike ev çalakî jî li qada civakî hate qebûlkirin. Li vir her çalakî, berxwedana ku geş dibe, dibe dengê civakê, dengê dil û wijdanê civakê. Dngê ku li vir bilind dibe, banga geşkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî ye û divê her kes bersivê bide vê bangê.''

Amed bi berdewamî diyar kir pêngava, ''Bes e ji faşîzm, dagirkerî û tecrîdê re; dema azadiyê ye'' ji pêngava, ''Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin'' ya 2018'an ne qut e, berdewama wê ye, ji ber vê grêva birçîbûnê berdewama grêva birçîbûnê ya beriya xwe ye û her du berxwedana zindana jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike armanc. 

Amed bi bîr xist çalakiya 2018'an 200 rojî dom kiriye, heta ku encam standî domandiye û bi berdêlên giran tecrîd hatiye şikandin. Amed got, ''Niha jî Ev ne tenê ji bo demkî ye û ne ku tenê bi pêşengiya zindanan e ev berxwedan, pênggaveke wiha ye ku heta ku encam were standin divê li hemû qadan têkoşîn were geşkirin. Ji be vê ne pêngaveke wiha ye ku bi zeman û mekanekî ve were sînordakririn. Pêngava berxwedanê ye ya ku heta faşîzm were têkbirin û Rêbertî were azadkirin wê bidome. Divê mirov çalakiya ku li zindanan derketî holê wiha bibîne.''

Amed her wiha got, ''Her çalakiya ku azadiya Rêberî ji xwe re kirî hedef divê kolektîf û rêxistinî be. Berxwedêrên zidanan ku bi vê bîreweriyê bin û bi şêwaza kolektîf bin ev ê ya rast be.  Em bawer dikin hevrêyên li zindanan wê bi vê bîreweriyê bin û bihistyar bin.''

Derheqê operasyonên siyasî yên dewleta Tirk ên nexasim ên li ser malbatên girtiyan Amed got, ''Li gel hemû polîtîkayên zext û tundiyê yên li ser civakê jî, her wiha li gel şerê taybet jî ji bo ku encamên ku dixwestin nehatin standin, ev desthilata AKP-MHP'ê ditirsîne. Ev rewşa tirsê her wiha nîşan dide ku serserekî dikeve û difeşkile. Ji ber vê li dijî derdorên ku berxwedana civakî geş dikin û hemû derdoran bi rengekî hovane êrîşê tîne û polîtîkaya tolhildanê dike.

Ên ku peyama girtiyan derdixin derve rêz çapemeniya azad û berxwedanê civakî dikin malbatên girtiyan in.  Rejîm, li derve, nexasim piştî berxwedanê li dijî malbatên me yên rêxistinî operasyonên qirkirina siyasî dide destpêkirin û dayikên me yên 70-80 salî jî digire. Ji ber vê ditirse ku berxwedana îro ya li zindana bibe civakî. Ji ber vê li dijî derdorên ku xwedî li berxwedanê dertên û têdikooşin bi hêrsekê radibe. Ji vî alî ve hedefa pêşî ya êrîşan dibin jin û malbatên girtiyan. Ya ku tê jiyîn dijminatiya li mirovahiyê, li jinan û Kurdan, demokrasiyê ye. Li divî vê ya ku divê were kirin ew e ku li dora çalakgeran xelekek were çêkirin, berxwedan were geşkirin û mirov kuçeyan bike qada berxwedanê.''

Amed got pêngava KJK'ê paralelî pêngava KCK'ê ye, hev temam dikin û mezin dikin û girtiyên jin ên li zindana jî çawa ku pêşengiyê li têkoşîna giştî dikin reseniya xwe û rêxistiniya xwe diparêzin û di têkoşîna berxwedanê ya zindanan jî pêşengiyê dikin. Amed got, ''Berxwedana Zindana Amedê ya milîtana pêşî ya tevgera me Sara tê zanîn. Leyla Guven jî ji vê rêçika berxwedanê rabû, pêşengî li berxwedana zindana a 4'an a mezin re kir û ev ji rêza berxwedana zindanan a jinan re mînak e.''

Ji Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed got, ''Ji ber vê herdu jî çalakiyên bi serê xwe ne lê her wiha hev xurt dikin û temam dikin. Xwestina azadiyê ya ji Rêbertî re, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser jinan û civakê têkoşîna parastina civakê, bicihanîna azadiyê ye. Azadiya Rêbertî ji ber ku azadiya jinê û civakê ye, berxwedana girtiyan jî berxwedana şikandina qirkirina jinê û civakê, berxwedana azadkirina jinan û Rêbertî ye.''

Derheqê Girtina Hevseroka KCD'ê û Paralementera Colmergê Leyla Guven jî Amed got, ''Leyla Guven li hundir û derve qet dev ji têkoşînê neqeriya, bi paş ve gav neavêt. Çawa ku serê xwe li ber faşîzmê hilnewşand, nîşan da ku li dijî zaliman divê têkoşîneke çawa were kirin. Ji ber vê, faşîzma TC'ê ji ber hêsa tolhildanê ew girt. Wê bixwe jî bi bersiva, ''li hundir û derve jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim'' peyama hewce da dost û dijminan.''

Ji Komîteya Zindanan a PAJK'ê Gulê Amed herî dawî got, ''Ez bang li her kesî dikm ku li dora girtiyan ku wijdanê civakê ne, kom bibin, li têkoşîna wan xwedî derkevin û berxwedana wan geş bikin.''