'Êdî dema têkçûna Erdogan hatiye'

Gerîlayên HPG’ê di derbarê berxwedanên grevên birçîbûnê de gotin ku wê ev giyana berxwedêr dawî li faşîzmê bîne.

Gerîlayên HPG’ê di derbarê berxwedanên grevên birçîbûnê de pirsên ANF’ê bersivandin û diyar kirin ku ev giyana berxwedêr a çalakgeran wê bi serkeftinê bi encam bibe û faşîzmê têk bibe. Gerîlayan diayr kirin ku wê ew jî çalakî û têkoşîna xwe bi berxwedêran re bin û çalakiya berxwerdêrên zinadanê serkeftinê misoger dike:

Gerîla Hîwa: Di serî de silav û rêzên xwe pêşkêşî wan hevalan û hemû mirovên niştimanperwer dikim. Di qonaxeke wiha dîrokî de hevalan ji bo tecrîta giran a li ser Rêber Apo ku di zindana Îmralî de tê girtin, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Wekee hûn jî dizanin ev çalakiya ku bi pêşengiya hevala Leyla Guven destpê kiribû, li her çar beşên Kurdistan û li seranserî Ewropayê belav bibû, berdewam dike. Ev berxwedan li dijî faşîzmê îradeyeke awarte raber dike. Çimkî ew çalakiya ku niha pêş dikeve, wateyeke dîrokî di nav xwe de dihewîne û di tu qonaxên dîrokê de mînakên wê bi vê mezinbûn û biryardarî nîn in, pêş neketine. Ev çalakî, ji bo têkoşîna azadiya gele Kurd, wê qonaxeke nû bi xwe re bîne. Lewre serkeftina vê çalakiyê mîsoger e. Wê siyaseta faşist a Tirkiye û ew dewletên ku li hemberî vê faşîzmê bêdeng dimînin, bişkene û ji bo hemû civakên Rojhilata Navîn riya qonaxeke dîrokî veke. Îro hêzên neteweyî bi siyasetekê qirêj bi hev re girêdayîne û ji ber berjewendiyên xwe bi hev re vê siyasetê rêvedibin.

Em weke gerîlayên Kurdistanê piştevaniyê xwe ji bo wan çalakvanên ku li her çar beşên Kurdistanê, Ewrûpa û li deverên din ên cihanê; nexasim ew heft hezar hevalên ku li zindanên Tirkiye û Bakûrê Kurdistan çalakiya greva birçîbûnê dikin tînin ziman. Ev çalakî teqez wê serbikeve û têkoşîna gelê Kurd wê bi vê çalakiyê re derbasî qonaxeke nû bibe.

Gerîla Zinar: Ez di serî de berxwedana hevalên di greva birçîbûnê de ne, silav dikim. Nexasim jî berxwedanên bi pêşengiya hevala Leyla Guven destpê kiriye û îro di roja 163 emîn de ye, silav dikim. Weke tê zanîn ev berxwedan, berxwedana dîroka me ya duyem e. Berxwedana sala 1982’an bi pêşengiya hevalên Kemal Pîr û Mehmet Xeyrî Durmûş destpê kirî, îro bi vê berxwedana duyemîn a bi heybet didome. Ev berxwedan berxwedaneke dîrokî ye. Îro em wekee gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistan, ez bi rêzdarî vê berwxwedanê silav dikim. Çalakiya hevalên ku li Strasbûrg, Hewlêr û deverên cuda didomînin silav dikim. Ev berxwedan wê teqez bibe sedema têkçûna Erdogan û AKP’ê.

Çend roj berê dostê Tayyîp Erdogan, Omer El Beşîrî li Sûdanê bi têkoşîna gel têk çû. Li Sûdanê berxwedan û têkoşîna gel li dijî vî dîktatorî bi ser ket û hîşt ku ev dîktator û pergala wî hilweşe. Di rastiyê de Erdogan û Beşîr ji hev ne dûr in. Dostê Erdogan bû. Çawa Beşîrî li Sûdanê ket, Erdogan jî wê li Tirkiye û Kurdistanê bikeve. 31’ê Adarê nîşaneya vê bû. Windahiyên AKP’ê yên 6 bajarên mezin û ev berxwedanê dîrokî û şahadeta ku bi hevalê Zulkuf re destpê kir, wê bibe sedema têkçûna Erdogan û AKP’ê.

Weke gerîla soza ku di hemû qadan de me daye vî gelî, em carekê din dubare dikin û soz didin ku em ê her tim gel biparêzin, tiştê ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin. Bila gele me baş bizanibe, berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Gûven a bi aştiyane û bê çek destpêkirîbû heger ji milê AKP ve bi awayekî dirûst li ber çav neye girtin, êdî çawa bihara gelan bû sedema têkçûna bi dehan desthilatdar û dîktatoran ev bihar jî wê bibe sedema têkçûna Erdogan û AKP’ê. Weke hêzên gerîla amadekariya me di vê salê de hîn xurtir bû. Me bere jî amadekarî dikir. Lê bêlê îro berxwedanê ku hevala Leyla pêşengî kir, hişt ku em hîn bêhtir bi moral û coşeke pir mezin, xwe amade bikin. Em Carekê din dibêjin çawa ku berxwedanê di sala 1982’an de hatiye pêşxistin, bibû bingeha 15ê Têbaxê; îro em soz didin gelê xwe ku wê ev berxwedan jî bibe bingehek hîn xurtir. Em ê jî weke gêrîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi awayekê pir hêrs û xurt tê de cihê xwe bigirin û biçin ser AKP û Erdogan. Em ê ne tene li Tirkiye, di Kurdistanê de jî Erdogan têk bibin û desthilatdariya ku bi salane didome hilweşînin. Peyamê ku em ji gele xwe re didin ev e. Dema têkçûna Erdogan pir kêm maye. Dostê wî çû, êdî bila ew jî xwe amade bike û çawa dixwaze bila wisa bike. Hêza me di her milî de amade ye. Çi di milê eskerî de be, çi di milê birdozî de be, çi jî di mile siyasî de be em ji her demê bêhtir xurt in. Êdî kîjan kêliya ku Erdogan têk biçe re kêm maye. Birastî jî êdî kêliya têkçûna Erdogan hatiye. Lewre berxwedanê ku tê meşandin berxwedanekê dîrokî ye. Li hemberî vê helwesta me weke gêrîla wê hîn xurtir û mezintir be û wê ji hevalên ku di birçîbûnê de ne re bibe bersiv.”