Çiyayê Gabarê dişewite, leşkerên Tirk nahêlin şewat bê vemirandin

Şewata li Çiyayê Gabarê li qadeke berfireh belav bûye. Leşkerên Tirk nahêlin ku kes şewatê vemirînin.

Çiyayê Gabarê ku li navbera navenda bajarê Şirnexê û navçeya Cizîrê ye 10 roj in bênavber dişewite. Şewate piştî operasyonên artêşa Tirk ên li herêmê dest pê kir û destûr nayê dayin ku kes şewatê vemirîne. Lewma şewat li qadeke berfireh belav bûye, bi hezaran dar, bax û baxçe şewitîne. Şêniyên herêmê hewl didin şewatê vemirînin, lê belê leşker nahêlin.

ŞEWAT BELAV DIBE

Şewata ku beriya 10 rojan li qadên Deriyê Gabarê, Deşta Dêrşewê, Qernê, Bîrava û Memîrûkayê dest pê kir, li bejahiya bajarokê Findikê yê navçeya Basanê û derdora gundê Zivingûyê yê navenda bajêr belav bû.

Şewat her wiha îro gihîşt bejahiya gundê Bagpinarê û bajarokê Berkeverê.