Çîroka şaredariyên ku tevgera azadiyê cara pêşî qezenc kirin

Edîp Solmaz di sala 1979’an de li Êlihê şaredarî qezenc kir. Qezenckirina tevgera azadiyê ya şaredariyê li hemû Kurdistanê deng veda.

Sembolek hatibû bikaranîn a ku ne dûrî jiyana siyasî ya dema niha bû… Li gorî hin çend ciwanên ku li Kurdistanê dar dihat wateya ‘pêşveçûn û yekbûnê.’ Afîş bi gotina ‘Gelê me yê welatparêz’ dihate destpêkirin û digot ‘mohra xwe li bin darê bixin.’ Dewleta Tirk di nîveka salên 1930’î de li Bakurê Kurdistanê dest bi lêgerîna petrolê kiribû. Petrola ku li gorî texmînan di navbera Mêrdîn, Sêrt û Amedê de bû, tu carî nedihat dîtin.

Di salên 1940’î de li ser Çiyayên Ramanê 7 bîr hatin kolandin lê dîsa jî encam neguherî. Di Çileya 1946’an de ji gundê Hermêsa Kercewsê xeberek ji Enqereyê re hate şandin. Vê xeberê wê qedera Êlih û bajarên derdora wê jî biguheranda. Di sala 1955’an de rafîneya pêşîn a Tirkiyeyê ya petrolê li herêmê hate avakirin. Di sala 1957’an de Êlih statuya wê hate guhertin û bû navçeyeke Sêrtê.

BAJARÊ ÇÎNA KARKERÊN KURDISTANÊ: ÊLIH

Vî bajarê ku di bin axa wê de dewlemendiyên mezin hebû, bi koça ji bajarên derdorê mezin bû. Di serê salên 1970’î de nifûsa wê bû sed hezar. Li vê derê bi hezaran kedkarên petrolê hebûn û ev der dibû bajarê çîna karkeran a Kurdistanê. Êlih him ji bo tevgerên çepgir ên Tirkiyeyê û him jî ji bo rêxistinên Kurdan ên nû dihatin avakirin, qadeke têkoşîn û rêxistinkirinê bû. Di sala 1967’an de Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) li Êlihê xwepêşandeke girseyî li dar xistibû. Seroka wê demê ya TÎP’ê Behîce Boran jî di vê mîtîngê de axivîbû.

DDKD jî beriya di darbeya 12’ê Adara 1971’an de were girtin, li Êlihê wê şaxeke xwe vekira. Koma Apoyî ya ku Abdullah Ocalan pêşengiya wan dikir, di sala 1973’an de li Bendava Çûbûkê ya Ankarayê hatibûn ba hev û piştre bi civînên Tûzlûçayir û Dîkmenê biryara avakirina komekê dabûn, dema ku berê xwe dan Kurdistanê, Êlih yek ji îstasyona wan a girîng bû. Koma ku hejmara wan tiliyên destan derbas nedikirin, di salên 1974-1976’an de li Kurdistanê belav bûn. Hakî Karer li Dîlokê, Cemîl Bayik li Rihayê, Alî Haydar Kaytan li Dêrsimê, Dûran Kalkan li Amedê û Mehmet Hayrî Dûrmûş jî wê li Çewligê bixebitiya. Armanc ev bû ku civaka Kurd were naskirin, analîzkirin û li gorî vî tiştî rêxistinkirin were kirin.

BERÊ ‘TELEBE’ PIŞTRE ‘ŞOREŞGERÊN KURDISTANÊ’…

Kadroyê pêşêng ê tevgerê Hakî Karer ê ku di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê hate qetilkirin, cihê wî yê peywirê yê pêşîn Êlih e. Karer demeke kurt li Êlihê dimîne , ji ber ku Tirk e û bi Kurdî nizane, notekê dişîne û dibêje ‘Hevalekî ku bi Kurdî dizane, were ba min wê baş be’ Mazlûm Dogan ê ku wê demê 20 salî ye, di dadgeha leşkerî de ya piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an de dibêje ku ‘Dema min ew not bihîst ku heval Hakî li Êlihê pêdiviya wî bi kesekî heye, min got teqez divê ez biçim ba heval Hakî.”

Ji bo Apoyîyan Êlih qadeke dijwar e. Ji ber ku li her dera bajêr tevgerên sosyalîst ên Tirkiyeyê û rêxistinên Kurdan hene. Mazlûm Dogan ji ber vê sedemê berê ciwanên dibistana amadeyî û lîseyê bi rêxistin dike. Ji bo ku hevaltiyê bi wan re bike, tevî wan dikeve dersan û di spartekên wan ên malê de alîkariyê dide wan. Mazlûm Dogan li lokantayeke biçûk a bi navê ‘Fakîrxane’ ciwanan bi rêxistin dike.

Di sala 1976’an de tevgera Apoyî di dîroka xwe de tiştekî yekemîn pêk tîne. Bi înîsîyatîfa Mazlûm Dogan Komeleya Xwendekarên Lîseya Şoreşger a Êlihê tê avakirin. Ev komele, komeleya legal a yekemîn a li Kurdistanê ya tevgerê ye. Apoyî yên ku berê bi navê ‘Telebe’ û piştre jî bi navên ‘Şoreşgerên Kurdistanê’ hatin pênasekirin,ligel temenên xwe yên ciwan bi zanebûn, cesaret û helwesta xwe ya şoreşgerî derketin pêş. Salek maye ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) were avakirin. Tovên ku tevgerê reşandiye, li Êlihê şîn hatiye…

KADROYÊN PÊŞENG ÊN VÊ TÊKOŞÎNÊ JI VÎ BAJARÊ BIÇÛK DERKETIN

Kadroyên pêşeng ên têkoşîna siyasî û çekdarî ya PKK’ê ji vî bajarê biçûk derket. Mahsûn Korkmaz (Egîd), Veysî Guzel, Ahmet Kûrt, Mehmet Tanrikûlû, Ahmet Ergîn (Rizgar), Gûrbet Aydin (Ozan Mizgîn), Mehmet Şah Denîz, Ahmet Îbîn (Cahît) tenê çend kesên sereke ne ku ji vî bajarî rabûne. Tevgerê piştre di nav mamosteyan de, di nav karkerên petrolê de xwe birêxistin dikir û piştre bi awayekî bêdeng tax bi tax û mal bi mal xwe birêxistikin dikir û modela rêxistinkirinê ya tevgerê ava dikir a ku wê li Kurdistan û dîasporayê belav bibe.

Êdî tenê qadek mabû ku ew neketibûnê, siyaseta legal. Di hilbijartina Kanûna 1977’an de Apoyiyan hewl dan li Êlihê têkevin siyaseta legal. Îbrahîm Ramanli yê ku wan namzetekî serbixwe nîşan dabûn nêzî 130 deng stend. Ev hewldan negihişt serî lê ev hewldan ji bo kadroyên tevgerê dibû tecrubeyeke mezin.

DORA SIYASETA LEGAL HAT

Du sal şûnde di Tîrmeha 1979’an de şaredarê Êlihê Şahabettîn Bagdû ji peywira xwe îstîfa kir. Dewleta Tirk biryar da ku di 14’ê Kewçêra 1979’an de wê hilbijartinên şaredariyê werin kirin. Di 27’ê Mijdara 1978’an de PKK’ê li gundê Fîsê yê Licê kongreya xwe ya avakirinê li dar xistibû, di 18’ê Gulana 1978’an de kadroyekî pêşeng ê tevgerê Halîl Çavgun li Hîlwanê hatibû qetilkirin û piştre berxwedaneke çekdarî hatibû destpêkirin. Tevgerê êdî di çavê girseyan de xwe dabû îspatkirin.

Di hilbijartina li Êlihê de tevgera PKK’ê ji bo ku nîşan bide dora siyaseta legal hatiye, xwe ji hilbijartina di 14’ê Kewçêrê re amade kir. Li gorî kadroyên ku wê demê ragihandine, armanca wan ne ev bûye ku ew şaredariyeke girêdayî Enqereyê bi dest bixin. Armanca tevgerê ev e ku li Kurdistanê ew dixwazin gel bi rê ve bibin.

Apoyiyan wê demê biryar dan ku pêşengekî gel namzet nîşan bidin. Edîp Solmaz ê 27 salî dibe ‘namzetekî serbixwe’ lê li Êlihê her kes dizane ku ew kadroyekî PKK’ê ye. Karê kadro û sempatîzanan qet ne hêsan e. Di wan salan de wekî li hemû Kurdistanê şaredarî di destê eşîran de ne yên ku bi partiyên pergalê re dixebitin.

Solmaz piştî ku ji dibistana leşkerî mezûn dibe, dibe serbaz. Di erdheja Licê ya di sala 1975’an de ji bo alîkariyê wî dişînin herêmê. Fermandarekî yekîneya wî ji bo Licêyiyan ên ku di erdhejê de mirine dibêje ‘Wan cenazeyan biavêjin kêlekekê’ û heqaretê dike. Solmaz piştî vê bûyerê îstîfa dike û berê xwe dida bajarê xwe. Solmaz wê salê tevgerê nas dike. Jixwe yek ji hevalê wî yê samîmî jî Mahsûn Korkmaz e.

NAMZETÊ DI HILBIJARTINA 14’Ê KEWÇÊRA 1979’AN

Tevgera Apoyî Edîp Solmaz namzet nîşan dide û her kes şaş dibe. Malbat û derdora Solmaz jî bawer nedikirin ku ew ê qezenc bike. Ji xeynî kadro û sempatîzanên tevgerê kesî bawer nedikir ku wê partiyên pergalê têk biçin û wê derbeke siyasî li pergala eşîran were xistin. Ji ber ku Solmaz zarokekî gel bû û nehatibû dîtin ku wê piştre Kurdistan û herêmê bihejîne. Logoya hilbijartinê ya Solmaz jî dar bû.

Tevgerê bi derfetên biçûk afîş dabû çapkirin. Di afîşan de ev tişt dihate nivîsandin “Em mohra ERÊ li bin darê bixin a ku sembola pêşveçûn, geşbûn û yekbûnê ye. Solmaz dema namzetiya xwe eşkere kir, di çapemeniya herêmî de daxuyaniyek dabû û gotibû ‘Em ê rêveberiya şaredariyê ya ku heta niha di destê axa, şêx, feodal û selefkaran de bû, tevî gelê xwe yê welatparêz em ê hemû derfetên şaredariyê têxin bin xizmeta gelê Êlihê. Em gelekî ji vî tiştî bawer dikin. Em hêza xwe ji gelê xwe yê welatparêz, pêşveçûn û şoreşgeran distînin.”

Dewleta Tirk dizane ku herî kêm 50 kadroyên PKK’ê li qadê dixebitin û dizanin Solmaz kî ye. Beriya 14’ê Kewçêrê dewlet û hevkarên wê yên herêmî dikevin nav hewldanan. Berê logoya wî qedexe dikin, piştgre jî ji bo mîtîngê kaymakamtî destûrê nade wî. Di wan rojan de di çapemeniya Êlihê de nûçeyeke wisa derdikeve:

“Namzetê şaredariyê yê serbixwe Edîp Solmaz bang li berbijêran kir ku sembola wan a darê ji ber astengiyên burokratîk ji aliyê desteya hilbijartinê ya bilind nehatiye qebûlkirin û pêşiya namzetên serbixwe hatiye girtin. Solmaz diyar kir ku wan tiştek ji hêza xwe winda nekirine û ev biryar berê wan dide xebatê. Solmaz got ku, ‘Welatparêzên hêja sembola min a darê nehatiye qebûlkirin. Di roja hilbijartinê de dema hûn çûn sindoqan li darê negerin. Di binê navan de gilover hene, hûn ê mohra xwe li wê derê bixînin.”

SERKEFTINA BI 3876 DENGAN

Kadroyên tevgerê li taxan komîte û komîsyonan ava dike û bi xebateke xurt jin û ciwanan birêxistin dike. Di pêvajoya hilbijartinê de kesayetiya Edîp Solmaz a mutewazî, gera wî ya mal bi mal û xebata xurt a kadro û sempatîzanan bala gelê Êlihê dikişîne.

Dema ku tevgera Kurd li Êlihê derkete pêş û giranî da kampanyaya hilbijartinê vî tiştî bandora xwe li Enqereyê jî kir. Serokê Giştî yê Partiya Edaletê Suleyman Demîrel û Serokê Giştî yê Partiuya Mîllî Selamet Necmettîn Erbakan ji bo piştgiriya namzetên xwe çû vê navçeya biçûk. Di 14’ê Kewçêrê de 14 hezar kesan deng dabûn lê encamên hilbijartinê hemû kesan şaş kir. Edîp Solmaz bi 3876 dengan hilbijartin qezenc kiribû û bi 199 dengan partiya Demîrel derbas kiribû. Namzetê din ê tevgera Kurd Lutfî Baksî jî 751 deng stendibû.

Dema ku Apoyiyan li Êlihê şaredarî qezenc kirin, vî tiştî li Kurdistanê deng veda. Mirovan dîtin ku pergala axa û eşîran dikare were hilweşandin û partiyên pergalê dikarin têk biçin. Ev serhildan û îtîrazeke mezin bû ji kevneşopî û mêtingeriyê ye. Serkeftina hilbijartinê dihat wateya veguherîn û serfiraziyê. Yek ji kesê ku herî zêde kêfa wî ji encamên hilbijartinê re hat, Mahsûn Korkmaz bû. Xwişka wî Maşallah Korkmaz qala wê demê kir û got “Di nîvê şevê de dema ku encamên Êlihê di radyoyê de hatin eşkerekirin, wî got ‘Xwişkê em bi ser ketin’ û ji kêfan diqîriya. Ew dîmen hê jî li ber çavê min e.”

DEMA KU CHP BI SER NEKET ÇÊKIRINA RÊ SEKINÎ…

Peywireke dijwar li benda Edîp Solmaz û Apoyiyan bû. Solmaz encamên hilbijartinê ji rojnameya Batmanê re nirxand û got “Gelê me xwedî li şaredariya xwe derketiye. Tiştên ku me beriya hilbijartinê gotiye, em ê hewl bidin wan bikin.” Lê piştî hilbijartinê dewleta Tirk li hemberî şaredariyê dest bi gavan kiribû. Kom û wesayîtên YSEya Xarpêtê ya ku ji bo betonkirina rêyan hatibû şandin, piştî ku CHP bi ser neket, ji wan hate xwestin ku dev ji kar berdin. Solmaz ji bo vî tiştî gotibû “Wesayîtên ji bo veberhênana hilbijartinê û xapandina gel hatibû şandin, piştî ku me şaredarî qezenc kir, bi paş ve xwestin. Kesên ku serkeftina me qebûl nakin, dixwazin rêya navçeya me wekî berê bihêlin û gelê me ceza bikin. Ev xebatên betonkirina rê ji aliyê koma Rêya Bejahî ya Êlihê tê kirin û ew ê ev xebat bidome.”

Dema ku Edîp Solmaz dibe şaredar Tirkiye di nav krîzeke aborî ya mezin de ye. Bandora vê krîzê li ser bajar û navçeyên Kurdistanê jî gelekî zêde ye. Ji ber krîzê li Êlihê xurek û qût nedihatin peydakirin. Peydakirina komir û arvan hema bibêje ne pêkan bû. Xurekên ku dihatin bajêr jî bi awayekî bê edalet dihat belavkirin. Edîp Solmaz di daxuyaniya xwe pêşîn de got ku “Em ê pergala kontrol û venihêrînê ya bihayan têxin meriyetê.”

Li Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek bajaran xurek nedihat peydakirin û tişta ku dihat peydakirin jî ketibû destê kedxwaran. Kadroyên tevgerê û bi taybetî jî Mahsûm Kormaz yeko yeko kamyon kontrol dikir, li depoyan dihat nihêrîn, komir, rûn û arvan wekî hev li gel dihate belavkirin. Ji bo pêdiviya komirê Edîp Solmaz bi xwe çûbû Şirnexê, bi şîrketa komirê re li hev kiribûn û anîna komirê ya ji bo sala 1980’an organîze kiribû.

HÊVIYA GEL NEHATE PÛÇKIRIN

Klîşe û gotinên jiberkirî yên li hemberî şoreşger û Kurdbûnê êdî xera dibû. Her kesî pesnê Solmaz dida. Xwediyê rojnameya Batmanê Nîzamettîn Îzgî serokatiya Solmaz a ku mehek wî derbas dibû, bi van gotinan qal dikir “Meheke şaredarê me dike biqede lê hin xebatên wî bala min dikişîne. Solmaz dema ku dest bi xebatê kir gortibû karê me dijwar e lê em ê tevî gelê xwe hemû kêşe û astengiyan ji holê rakin. Solmaz ji Şirnexê 3 hezar ton komir anî û firotina gazê jî xistiye bin kontrolê. Karkerên zabita û paqijiyê mal bi mal, dikan bi dikan digerin gel hişyar dikin ku bila çopa xwe neavêjin erdê. Em niha jî diyar dikin ku karê şaredariyê zehmet e lê em bawer dikin ku ev rêveberî wê karên serkeftî bike.”

Ev gotinên pesinandinê ji bo meheke şaredariya Solmaz dihate gotin. Solmaz ji ber van xebatên xwe û ji ber nasnameya xwe ya Apoyîbûnê him bûbû hedefa dewletê û him jî bûbû hedefa hêzên paşverû. Jixwe hêzên ewlekariyê ji Solmaz re gotibûn ‘Tu yê nikaribî meaşê xwe yê yekemîn bistînî’

Solmaz di roja 28’emîn a şaredarbûnê de , di 12’ê Mijdara 1979’an de bû hedef. Solmaz wê êvarê ji ajovanê xwe re got ez ê bi tenê biçim malê û li nêzî malê hate qetilkirin. Sûîkasta li hemberî Solmaz serbazê bi navê Temel Cîngoz organîze kiribû. Cîngoz ê ku piştre bûbû êşkencekarê cûntaya 12’ê Îlonê, di sala 1991’ê de dema Fermandarê Jendirmeyan ê Herêm a Edeneyê bû ji aliyê milîtanên Dev-Solê hate kuştin.

JI DÊVILA SOLMAZ SERBAZEK HATE PEYWIRDARKIRIN

Gelê Êlihê bi deh hezaran kes daketin qadan û tevlî merasîma wî ya cenaze bû. Di sala 1977’an de Hakî Karer li Dîlokê, di sala 1978’an de Halîl Çavgûn li Hîlwanê hatin qetilkirin. Van şehadetan tevgera gel a ku Ocalan û hevalên wî ew bi rêxistin dikirin, berê wê dida rêyeke bêveger.

Bi qetilkirina Solmaz re hikumeta Ankarayê bi biryarnameyeke di 7’ê Kanûna 1979’an de kaymakamê Êlihê peywirdar kir. Lê ji ber ku rayeya kaymakam jî vala bû serbazekî bi navê Ahmet Antep bi biryara Desteya Wezîran him bûbû kaymakam û him jî bû şaredar. Leşkerekî Tirk li Kurdistanê bû şaredar ev jî diyar dike ku dema li Kurdistanê tevgera gel mezin bibe wê dewleta Tirk polîtîkayên wisa bike.

Geşedanên di navbera salên 1976-1979’an de û şaredartiya Solmaz di dîroka tevgerê de ji gelek aliyan ve bi serkeftî derbas bûbû. Ev tecrube piştî salan wê ji bo bajarên Kurdistanê jî bi kêr bihata. Ev tecrube 28 rojan domiyabe jî, di pêvajoyeke wisa de ya ku dengê pêyên cûntaya 12’ê Îlona 1980’an dihat, diyar dikir ku îradeya gel a Êlihê dikare bibe desthilatdar. Tevgera Apoyî di azmûna Êlihê de bi ser ketibû. Niha dora bajar û navçeyên din bû.

Sibê: Şaredarê Hîlwanê yê bi sola qîrê..

Ji beşên 11’emîn, 12’emîn û 13’emîn ên belgefîlma ‘Serhildanê’ sûd hatiye wergirtin a ku di Stêrk Tv de hatibû weşandin.