'Çiqasî bişikînin jî em ê her carê ji nû ve çêbikin'

Êriş li Goristana Asrî ya Cizîrê hate kirin. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê dan û gotin, "Çiqasî bişikînin jî em ê her carê ji nû ve çêbikin."

Li Goristana Asrî ya li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, êriş li dijî gorên 6 gerîlayên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehîd bûn û şehîdên êrişên qirkirinê yên sala 2015'an hate kirin. Malbatên ku doh çûn serdana goristanê dîtin ku gor hatine xerakirin. Hate ragihandin ku kêlên gorên şehîdan hatine şikandin û beşek ji goran hatine kolandin.

Dayika Osman Cagli yê ku sala 2015'an li Cizîrê hate qetilkirin Hamşî Cagli nerazîbûn nîşanî êrişa li ser goristanê da û got, "Doh em çûn serdana goristanê, lê me dît ku kêlên gorên zarokên me hatine şikandin. Gelo çêdibe ku mirovekî miriye bi vî rengî êriş lê bê kirin? Hem we ew kuştin hem jî hûn kêlên gorê dişikînin. Ma dibe ku mirov vî tiştî li miriyan bike? Ev yek heqareta li me ye."

Dayika Mehmet Emîn Levent ê ku li Cizîre hate qetilkirin û gora wî hate xerakirin Şemsiye Levent jî got, "Dilê me şewitî, bila yê wan jî bişewite. Ew ne misilmanin. Tiştekî bi navê maf û hiqûqê nemaye. Bi êrişa li ser gorê ew mirov ji nû ve sax nabe. Qîma xwe bi kuştinê nînin, êrişî gorê jî dikin. Çi zerara gorê li we heye? Çiqasî dixwazin bila bişikînin, em ê ji nû ve her carê çêbikin."