Çeteyê ku amadekariyê êrîşê dikir hate kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê yê ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe û amadekarî dikir êrîşek bike hatiye kuştin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê a daxuyaniyek nivîskî da got: “Yekîneyên me yên Antî Terorê li Minbicê li dijî çeteyekî DAÎŞ’ê yê amadekarî dikir êrîşê bike û xwest bireve çalakiyek kirine.

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê têkildarî êrîşê ev got: “Yekîneya Antî Terorê ya girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî çeteyekî DAÎŞ’ê li Minbicê pêk anî. Çeteyê DAÎŞ’ê ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker derbasî wir bû da ku êrîşeke terorî di hundirê bajarê Minbicê de pêk bîne. Her wiha di serdegirtina malê de çete hewl da bireve û di encama operasyona serdegirtinê de çete hat kuştin.”

Meclîs Leşkerî ya Minbicê bibîr xist ku çetey ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ku cihê lê serçeteyên rêxistina DAÎŞ’ê ya terorîst Ebû Bekir El-Bexdadî xwe veşartibû û cîgirê wî Ebû Hesen El-Muhacir ku di êrîşa Koalîsyona Navneteweyî de hatine kuştin, hat. Li gel çete debançe û rexteke bombebarkirî hebû ku xwe di bajêr de biteqîne. Her wiha hat piştrastkirin ku çete ne ji Sûriyê ye.

Her wiha Meclîs Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku Yekîneyên Antî Terorê hemû kesên dixwazin derbasî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin û tevliheviyan çêkin û êrişên terorî pêk bînin, dişopîne.