Çend wêne ji çêkirina tunelên şer ên gerîla

Tunelên şer ku mohra xwe li pêvajoya dawî xistin û kirin ku artêşa dagirker li cihê lê ye biçike, taktîka nû ya gerîla ye. Tunelên şer di heman demê de cih û warê nû yê berxwedanê ne.

Li çiyayên Kurdistanê şerê navbera gerîlayên azadiyê û artêşa Tirk a dagirker roj bi roj girantir dibe. Desthilatdariya AKP-MHP'ê derfetên dewletê hemûyan ji bo tunekirina gerîla bi kar tîne. Li gel teknolojiya serdemê her wiha gazên bi jehr jî li dijî gerîla bi kar tîne.

Gerîla jî ji bo têkbirina teknîka dijmin, roj bi roj tedbîrên xweser werdigire û taktîkên nû diafirîne.

Taktîka nû ya ku mohra xwe li pêvajoya dawî xist û kir ku artêşa dagirker li cihê ku lê ye biçike, tunelên şer e.

Tunelên şer ên ku teknolojiya artêşa Tirk pûç kiriye, bi kedeke mezin a gerîla têne çêkirin.

Tunelên şer bi rêya amûrên mezin ên kar bi qulkirina teht û zinaran têne çêkirine û ji gerîla re bûne warê nû yê berxwedanê.

Ji bo çêkirina van tunelan ku ked, baldarî û pisporî jê re divê, gerîla bênavber dixebitin.

Gerîla bi qulkirin û teqandina tehtan bi pêş ve diçin. Piştî her teqînê kevirên ji ber tehtan dimînin bi amûrên destan têne derxistin.

Di wêneyan de jî tê dîtin ku gerîla bi amûrên kar tehtan qul dikin û piştre jî ax û kevirên ji ber mayî paqij dikin.