Çekên Tirkan li Reqayê jî hatin dîtin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, ku berê wan li Reqayê ne, piştî bajarê Tebqayê careke din çekên Tirkan ên di destê DAIŞ'ê de dîtin.

Her roj bi belgeyên nû îspat dibe, ku dewleta Tirk alîkariya çek û lojîstîkî dide çeteyên DAIŞ'ê.

Piştî ku li Tebqayê gelek çek û cebilxaneyên Tirk hatin bidestxistin, vê carê li cihekî nêzî Reqayê çekên li Tirkiyeyê hatine çêkirin hatin dîtin.

Li gundê Bîr Hemadê, ku roja 23'ê Gulanê ji çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin, şervanan dest bi lêgerînê kirin û gelek çek û cebilxaneyên çeteyan dîtin. Di nava van çekan de, çekên law ên ku li Tirkiyeyê hatine çêkirin, hene.

Di dema lêgerînê de li hundirê xaniyekî 2 çekên law ku hê nehatine bikaranîn hatin dîtin. Li ser yek ji van çekan ev hejmar heye: "1340-27-000-4030, MKE. KE. 1.1.1993". Li ser çeka din jî, ji bo neyê tespîtkirin ku ji ku hatiye, nûmare hatiye jêbirin.

Şervanên QSD'ê gotin, ev tiştekî nû nîne û heta niha bi dehan çekên lawê bi dest xistine. Şervanan anîn ziman, li ser gelek ji van çekan, nav û nûmareyên ku nîşan didin ji ku hatine, hatine jêbirin. Her wiha diyar kirin, wan bi giranî çekên G-3 ji ser çeteyan rakirine.