‘Çavkaniya krîzan AKP ye’

Krîza aborî ku roj bi roj bandora xwe zêde dibe, bandorên mezin li esnafên Amed dike. Zêrîngirên Amedê diyar kirin ku sedema sereke ya kriza aboriyê AKP ye û gotin, AKP’ê dawî li esnaftiyê jî anî.

Krîzên dewlet Tirk a bi welatên cîran û DYA'yê re dijî, bandora xwe li ser krîza aboriyê jî dike. Bi qasî ku dewleta Tirk dikeve nav şer, ewqas jî krîza aboriyê kûr dibe. Ev yek jî bandoreke neyînî li ser civakên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dike. Bi taybetî jî piştî bilindbûna dolar û euro, krîza aboriyê hîn kûrtir bû. Krîza aborî ku roj bi roj bandora xwe zêde dibe, bandorên mezin li esnafên Amed dike. Esnafên Amedê yên karê kirin û firtotina zêr dikin jî li ber îflasê ne.

‘KRÎZÊ ESNAFÊ BIÇÛK JI HOLÊ RAKIR’

Zêrîngirê bi navê Ahmet Bûlût da xuyakirin ku çavkaniya sereke ya krîzan polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ne û wiha axivî: “Di berîka tu kesê de pere tineye, tu kes jî nayê bazarê kirînê nake. Dema pereyê germ li bazarê ne vegere, esnaf jî nikare bixebite. Li Amedê serdema dawetan e, lê tu welatî nayên zêr nastîne. Demê berê dema welatî diçûn li ser şahiyan çariyek distandin, lê mixabin divê deme de tu kes nikare çariyekê bistîne û çeyrek weke bazindekê biha ji bo wan tê. Ez carek din werim li ser dinyayê ez ê dîsa vî karî bikim. Ji ber ku ev pêşeyê bavê min jî bo min maye. Ez ji karê xwe hez dikim, lê belê vê krîzê derbeyên giran li me xist. Vê krîzê esnafên biçûk ji holê rakir.”

‘REWŞ NEBAŞ E'

Bûlût anî ziman ku beriya krîzê rewşa karê wan pir baş bû. Bûlût destnîşan kir ku berê ji ber zêdebûna Dolar re her ku diçe zem ji bilind dibin û ev tişt got: “Ji bo ku ev rewş bi dawî be, divê hikûmet dawî li polîtîkayên xwe yên şer berde. Eger şerê li herêmê bi dawî bibe û nakokî bi welatên ji derve re tinebe, wê bazarên Kurdistanê û Tirkiyeyê jî zindî bibe.”

‘AKP’Ê DAWÎ LI ESNAFTIYÊ ANÎ’

Zêrîngirek din yê bi navê Şirîn Akkaya jî bilêv kir ku hêza gel ya ku bikare zêr bistîne nemaye û wiha got: “Bazar veguheriye şorbê û serê xwe girtiye û diçe. Berê welatî dihatin ji bo çeyrek distandin, lê belê ev demek dirêje li gel ku gelek şahî çêdibin jî tu kes nayê çeyrek nastîne. Hikûmeta AKP’ê dawî li esnafan anî û zindîbûna bazarê nemaye.”