Çar gundên Şêrawayê hatine dorpêçkirin

Gundên Bircqasê, Kilote, Gundê Mezin û Başemrê yên navçeya Şêrawa ya Efrînê ji sê aliyan ve ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dorpêçkirin. Yekane rêya ku diçe van gundan di kontrola rejîma Sûriyeyê de ye.

Gundên Bircqasê, Kilote, Gundê Mezin û Başemrê ser bi navçeya Şêrawa ya Efrînê ve ne. Li rojavayê navçeyê ne û li xeta sînor a herêma ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Gund ji ji sê aliyan ve ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dorpêçkirin. Yekane rêya ku diçe van gundan di kontrola rejîma Sûriyeyê de ye.

Gundiyan ji ANF'ê re qala gundên xwe û rewşa xwe kirin. Mahmûd Mihemed ku endamê Meclîsa Şêrawa û endamê Komîteya Lihevkirinê ya van her çar gundan e, anî ziman ku Bircqasê gundekî kevne û got, "Beşek ji gundiyan debara xwe bi çandiniyê dikin, beşek jî karker in. Bi giranî diçin Lubnanê û dixebitin. Gund dorpêçkirî ye. Ji bakur ber bi başûr ve gundên Kimarê, Beradê, Birc Heyder, Birckê Silêman, Kefer Nebo, Basûfanê, Fifinê, Kibişînê li derdora gundin û ew jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin. Li gundê Bircqasê derdora 150 penaberên Efrînî hene. Li gundê Kilotê jî 5-7 penaberên Efrînî hene. Li gundê Mezin nêzî 30 penaber, li Başemrê jî 10-15 malbatên Efrînî hene. Her çar gund li ser sînor in, li aliyê Nubil-Zehra jî dewlet heye. Em dorpêçkirî ne. Di navbera me û çeteyên dewleta Tirk de ji yek heta du kîlometreyan, li hin deveran jî mesafeyeke kurtir heye. Çend rojan carekê hawanê diavêjin gund, dewlet jî rêya me asê dike. Wê demê em bi temamî dorpêçkirî dimînin. Kengî dixwazin rê asê dikin, kengî dixwazin serbest dikin. Em li vir li ber xwe didin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."

HERÎ ZÊDE REJÎM ZORÊ LI ME DIKE

Mihemmed Elî Mihemmed ku piştî dagirkirina Efrînê neçar ma koç bike û niha li gundê Bircqasê ye, diyar kir ku ya herî zêde zorê dide wan di dema asêkirina rêya Nubil-Zehra de pêk tê. Mihemmed Elî Mihemmed got, "Nêzî 225 malbatên Efrînî li her çar gundan dijîn. Gundiyên gundê Bircqasê jî 220 malbat in. Em li van gundan dorpêçkirî ne. Sê aliyên me ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve dorpêçkirî ne. Bi hawanan êrîşî gundan dikin. Tenê rêyeke me heye, ew jî li aliyê Nubil-Zehra ye ku ji aliyê rejîmê ve tê kontrolkirin. Rejîm vê rêyê timî asê dike. Ji me wesayitên me werdigirin, pereyan dixwaze. Timî pirsgirêkan derdixîne. Ji ber êrîşan birîndarên me çêdibe, nuqteya Heyva Sor heye, lê têrê nake. Bi giranî ji ber ku dewleta Sûriyeyê rê asê dike em zor û zehmetiyan dibînin. Ji bo em karibin birîndarên xwe bibin nexweşxaneyê û pêdiviyên xwe peyda bikin rê divê, dema ku dewlet wê rêyê asê dike em gelekî zehmetiyan dibînin."

JI NUBIL-ZEHRAYÊ ELEKTRÎKÊ NADIN

Hevserokê Komuna Gundê Kilotê Hisên Elî jî diyar kir ku çete bi 5 kîlometreyan dûrî wan in, her şev bi hawan û obusan êrîşî gundan dikin û got, "Li gund 70 malbat bi giştî 310 kes hene. Ji 70 malbatan 10 jê ji Efrînê hatine. Sê aliyên me ji aliyê çeteyan ve hatine dorpêçkirin, tenê rêyeke me heye ew jî li Nubil-Zehra ye. Lê belê rejîm timî asê dike ya jî di berdêla derbasbûnê de pereyan ji me dixwaze. Rejîmê elektrîk gihand Nubil-Zehra, lê belê negihand her çar gundan. Gundî zor û zehmetiyan dikişîn, kar nîne, zeviyê ku karibin çandiniyê lê bikin nîne. Li dora gund mayin hatine bicihkirin, gundî nikarin biçin nava zeviyên xwe. Gelek caran mayin bi heywanên gundiyan ve teqiya. Her wiha her roj bi topên hawanê êrîş dikin. Tenê armanceke wan heye, ew jî terikandina gund, lê belê bila baş zanibin ku em ê ti carî gundê xwe neterikînin."

Ji gundê Kilotê Fatma Îbrhîm jî anî ziman ku çeteyan darên zeytûnê û zeviyên gundiyan şewitandin, lewma niha çavkaniya debarê ya gundiyan nîne. Her wiha diyar kir ku bi mehane ew li gund asê mane, lê tevî vê yekê jî wê ji gundê xwe neçin.

DU MEH IN ASÊ MANE

Hevseroka Komuna Gundê Mezin Emîne Hesen Berho ragihand, li gund 350 malbat bi giştî hezar 500 kes hene, ji wan 60 malbat ji Efrînê hatine, çete timî êrîşî gund dikin, rejîm jî ambargoyê datîne ser gund, du meh in nekarîne derbasî aliyê din ê Şêrawa bibin û got, "Ji ber ku rejîmê rê asê kiriye û nahêle kes derbas bibe. Di berdêla vê de pereyan dixwaze. Rejîm me ji hev qut dike. Her ku êrîş dibe em neçar dimînin ku ji malên xwe derkevin. Dema ku em derdikevin jî komên ser bi rejîmê ve dikevin malan û talan dikin."

'EM TENÊ BI 500 METREYÎ DÛRÎ HEV IN'

Hevserokê Komuna Gundê Başermê Zekerî Mihemmed Xîrfan got, "Li rojavayê me heta bi Xeftan Zeveş, Kefer Besine û Enedane herêm ji aliyê çeteyan ve hatiye dagirkirin. Nuqteya çeteyan a nêzî me bi 500 metreyî dûre. Rojane topên hawanê diavêjin gund. Dewlet jî destûrê nade ku em birîndarên xwe, nexweşên xwe bibin nexweşxaneyan. Yekane rêya me Nubil-Zehra ye, ew jî di kontrola dewletê de ye. Carna em bi mehan li gundan asê dimînin."