'Çapemeniya azad ti carî ji rastiyan tawîzê nade'

Ji salên 1990'î ve dewleta Tirk zext û zordariyê li sazî û xebatkarên çapemeniya azad dike. Rojnamevanan destnîşan kirin, ku çapemeniya azad li gel êrişan jî tawîz ji rastiyê nedane.

Çapemeniya Kurd ku pêşengiyê ji çapemeniya azad re dike timî bûye hedefa dagirkeran. Ji ber ku rastiyan dinivîse, gelek berdêlên giran dan. Bi taybetî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi dehan rojnamevan, nûçegihan, belavkarên rojnameyê û xebatkarên çapemeniyê bûne hedefa van êrişan. Ji salên 1990’î heta îro ti saziyek çapemeniya azad û ferdê wê ku para xwe ji zext û girtinan negirtibe tine ye. Di sala 2021’an de jî weke salên 90’î zextên giran li ser çapemeniya azad û muxalîf berdewam dike.

ZEXT Û ZORDARÎ

Di 22’yê Nîsana 1898’an de Mîqdat Mîdhed Bedirxan li Qahîreyê, di nav şertên mişextiyê de, rojnameyeke bi navê Kurdistanê derxist û mohra xwe li dîroka çapemenî û rewşenbiriya Kurdî ya sedsala 20’an xist. 5 hejmarên pêşîn ên rojnameyê di şert û mercên dijwar de li Qahîreya paytexta Misrê hatin derxistin, lê piştî zext û zordariyên Dewleta Osmaniyan hêjmarên wê yên 6-31’an ji aliyê Ebdurrehman Bedirxan ve li Swîsreyê û Inglistanê hatin derxistin. Di rojnameyê de piştî demekê nivîs û nûçeyên bi Tirkî yên zêdetir behsa despotiya Siltan Abdulhemîd dikir jî hatin weşandin. Bêguman ev rojname di hişyarbûna neteweyî ya Kurdan de bandoreke mezin li rewşenbîriya Kurdî û tevgerên Kurdan kiriye. Her wiha Rojnameya Kurdistanê dergeheke nû li qonaxa modern a Kurdan vekir û ji bo gelek rêxistin, sazî û dezgehan bû îlhameke mezin. Ji Rojnameya Kurdisan heta roja îro ti carê zext û zordarî li ser çapemeniya azad û muxalîf kêm nebûye. 

LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ

Li ser rêça Rojnameya Kurdistanê, heta îro bi hezaran kovar û rojnameyên Kurdî hatin derxistin. Gelek nivîskar û rewşenbîr di bin ronahiya vê tradîsyonê de, fikr û ramanên xwe bi civakê re parve kirin. Ji Rojnameya Kurdistanê heta îro, rojnamevanî di heman demê de bûye xeteke têkoşîn û berxwedanê. Li dijî rûreşiya desthilatdarên faşîst, Rojnamevaniya Kurdî şopa li ser heqîqetê bi bawerî û dilsozî didomîne. Ji ber vê taybetmendiya xwe, îro karakterekî xweser ê Rojnamevaniya Kurdî çêbûye, ev karakter li ser welatparêzî, heqîqet û wêrekiyê berz û bilind dibe.

AJANSÊN NÛÇEYAN ÊN GELÊ KURD

Gelê Kurd, di salên 1990'î de ket nava lêgerîna serwîskirina nûçeyên der barê xwe de. Di vî warî de ajansa ewil a nûçeyan li Almanyayê hat avakirin û xwediyê wê yî îmtiyazê welatiyê Almanyayê bû. Piştî ku fealiyetên Ajansa DEM'ê kêm man, vê carê li Frankfûrtê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MHA) hat avakirin. Gava di 5'ê Îlona 2005'an de polîsan avêt ser rojnameya Ozgur Polîtîkayê û dest danîn ser amûrên wê, polîsên alman avêtin ser MHA'yê jî û tevî hin saziyên kurdan hat girtin. Wezîrê Kar û Barên Derve yê wê demê Otto Schîlly, beriya hilbijartina giştî ev yek ji bo hilbijartinê kiribû, lê belê hesab li hev derneketin û hikûmet ji dest Partiya SPD-Keskan derket. Xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê jî di nav de, vê carê bi navê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ajanseke din hat avakirin û di 26'ê Cotmeha 2005'an de dest bi weşankariyê kir. ANF, wekî navend li Frankfûrt, Bruksel, Amsterdam û Parîsê dixebite, lê li gelek welatên din ên Ewropa û li Tirkiye û Rojhilata Navîn buro û xebatkarên wê hene.  Zimanê wê yê nûçeyan Kurdî  û Tirkî ye, lê bi 7 zimanan weşangeriyê dike.

AJANSA NÛÇEYAN A DÎCLEYÊ

Kurdan li Tirkiyeyê bi dirûşmeya "Ji rastiyê tawîz nayê dayîn" di 4'ê Nîsana 2002'yan de Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ava kir. Ajansê bi Tirkî û Kurdî weşana xwe kir. Li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Amed, Wan, Edene û Mêrsînê gelek buroyên wê hebûn. DÎHA, di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. 

AJANSA NÛÇEYAN A JINÊ

Li Amedê deh rojnamevanên jin hatin cem hev du û li Tirkiyeyê cara ewil ajanseke jinan a nûçeyan ava kirin. Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) di 8'ê Adara 2012'an de hat avakirin. Midûra nûçeyan, nûçegihanî kameravan û wênegirên ajansê hemû jin bûn. Rojnamevanên jin ên ajansê bibirya bûn ku nêrzatiya çapemeniyê bişikênin. JINHA bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û erebî weşana xwe dikir. Di 30'yê Cotmeha 2016'an de bi KHK'ê hat girtin. Piştî vê jinan di 19'ê Kanûna 2016'an de bi navê Gazete Şûjin rojnameyeke dîjîtal ava kirin, lê belê ew jî di 25'ê Mijdara 2017'an de bi KHK'ê hat girtin. Piştî vê jinan di 25'ê Îlona 2017'an de li Amedê Jinnewsê ava kirin. Jinnews, bi Kurdî, Tirkî û Erebî weşana xwe dike. 

DÎHABER 

Ji bo gelê kurd û raya giştî ya demokratîk bê nûçe nemîne di 14'ê Mijdara 2016'an de dîhaber hat avakirin. dîhaber, bi dirûşmeya "Wê rastî di tariyê de nemînin" hat avakirin. Lê belê di 25'ê Tebaxa 2017'an de bi KHK'ê hat girtin. Çendî ku 9 mehan ma jî lê ligel hemû êrîş, zext û zoriyan, girtin û binçavkirinan jî kevneşopiya Çapemeniya Azad doman û nûçeyên xwe bi Kurdî, Tirkî û Îngilîzî serwîs kir. 

AJANSA MEZOPOTAMYAYÊ 

Di 20'ê Îlona 2017'an de bi navê Ajansa Mezopotamyayê (MA) hate avakirin. Ji roja hatiye avakirin heya niha gelek caran malpera wê hatiye astengkirin.

Di salên 1990'î de bi dehan xebatkarên çapemeniya azad hatin qetilkirin. Avahiyên rojnameyan hatin bombekirin û rojnamevan hatin revandin. Rojnamevanên Kurd wek doh îro jî berxwedana xwe didomînin, li dijî qedexe, sansûr, tirsandin û gefan rojnamevan ti carî ji riya heqîqetê venegerin û têkoşîna xwe berdewam dikin. Rojnamevanên Kurd bi xebat û xîreta xwe nehiştin êriş, kuştin û zext bên veşartin, bi fedakarî xizmeta gelê xwe kirin.  Lewre ew her dem bûn hedefa gefên desthilatdaran, hatin kuştin, girtin, sirgûnkirin. Bi taybetî, li Tirkiyeyê, di tarîtiya salên 90’an de gelek rojnamegerên Kurd rastî êrişan hatin, bi dehan rojnemegerên Kurd hatin qetilkirin û girtin. 

DÎROKA REWŞENBIRIYÊ

Dîroka çapemeniya Kurdî, her wekî din dîroka rewşenbîrî û berxwedana gelê Kurd e jî. Ev berxwedan ji serê sedsalê heta salên 90’an, ji 90’an heta 2021’an didome. Di 20 salên AKP’ê de jî Rojnamevaniya Kurdî her tim rastî astengkirin, sansûr û êrişan hat. Bi taybetî piştî 2016’an bi îlankirina OHAL’ê û bi KHK’yan, AKP-MHP’ê hemû saziyên çapemeniya azad girtin. Dijminahiyeke mezin li hemberî çapemeniya Kurdî û zimanê Kurdî hat meşandin. Xwestin ku di serî de gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê bi derew û reşkirin û xapandinê bifetisînin, lê rojnamevanên Kurd, li her derê sînorên vê faşîzmê nas nekirin û îro jî bi serfirazî têkoşîna xwe didomînin.

‘LI TIRKIYEYÊ DÎROKA ROJNEMAVANIYÊ TIJE ÊŞ E’

Rojnamevanên li qadan dixebitin der barê zext û zordairya li ser wan de axivîn û nirxandinên girîng kirin. 

Nûçegihana JinNewsê Gulistan Azak anî ziman ku çapemeniya azad ti carê ji rastiyan tawîz nade û got: “Zextên li ser rojnamevanan li holê ye. Ev zext di esasê xwe de bi salên dirêjin ku li Tirkiyeyê hene. Di salên 90’î de rojnamevan di pêvajoyeke gelekî dijwar re derbas bûn. Avahî hatin bombekirin, bi dehan rojnamevan hatin qetilkirin, hatin girtin û di êşkenceyên giran re derbas bûn. Em vê pêvajoyê baş dizanin. Li Tirkiyeyê dîroka rojnamevaniyê tije êş e û gelekî zehmet e. Ligel van hemû zext û êrîşan jî rojnamevanî dewam dike. Pêywira me rojnamevanan ew e ku em rastiyan di tarîtiyê de nehêlin û ji civakê re ragihînin. Ev pêywireke me rojnamevanan e. Belê raste tên astengkirin, rastî tundiya tên lê ev têkoşîna ragihandina heqîqetê jî berdewam dike. Zext û pêkûtî çi dibe bila bibe, çapemeniya azad kaniyeke ku qet naçike û timî li ser rêya heqîqetê diherike.”

‘ZEXTÊN LI SER ROJNAMEVANÊN JIN HÊJ ZÊDETIR E’

Azak da zanîn ku zextên li ser rojnamevanên jin hêj zêdetir e û wiha dom kir: “Her roj rojnamevanên jin tên binçavkirin û girtin. Ev bêtehamûliyeke li dijî destkeftiyên jinan e. êrîşên li ser rojnamevanên jin mirov nikare ji êrîşên zayendîparêz cudatir bigire dest. Bi taybetî jî em rojnamevan li qadê rastî êrîş û astengiyan polîsan tên. Destûr naye dayîn ku em karên xwe bikin. Mudaxale dikin û ji ber van sedeman em di warê ragihandina rastiyan de gelek zehmetiyan dikişinin. Di heman demê de dest datînin ser amûrên me yên ragihandinê û gelek caran dişikînin ku em nikaribin karên xwe bikin. Li gel hemû van tundiyan jî em rojnamevan çi di zindanan de, çi jî li der ve xebatên xwe dikin û ji rastiyan tawîz nadin, rojnamevanî nesûc e, karê rojnamevaniyê jî ragihandina rastiyan e.”

‘LI SER ROJNAMEVANAN ZEXT DI ASTA HERÎ JOR DE YE’

Edîtorê Rojnameya Xebûn Zeynel Bûlût jî anî ziman ku zextên li ser rojnamevanan di asta herî jor de ye û wiha axivî: “Bêguman sedemê van zextan jî heye. Ev sedem jî timî rojnamevan bi rola xwe ya mualîfbûnê tevdigere û rastiyan ji civakê re radigihîne. Divê ristê de teşîrkirina polîtîkayên desthilatdariyê hene û ji bo vê yekê jî timî zext û pêkûtî li ser rojnamegeran heye. Rastî ragihandin peywîra rojnamevan e û divê rastiyan ji tarîtiyê derxîne û ji civakê re ragihîne. Bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP’ê de zextên li ser rojnamegerên Kurd û muxalîf hîn zêdetir bûn. Em dinêrîn îro bi dehan rojnamevan hatine zîndanîkirin û bi sedan rojnamevan jî tên darizandin. Sedem çiye û çima li vî welatî rojnamevan girtî ye? Ji ber li vî welatî demokrasî û ramana azad tineye. Li vî welatî hiqûq tineye û binpêkirinên mafan di asta herî jor de ye. Rojnamegerên vê yekê radighînin yekser dibin hedefa deshilatdariyê.”

‘WÊ RASTÎ DI TARÎTIYÊ DE NEMÎNE’

Bûlût destnîşan kir ku cihê bêhiqûqî, zext û binpêkirina mafan hebe, wê li wir jî rastî di tarîtiyê de nemîne û wiha got: “Li her derê cîhanê mafê rojnamevan heye ku bi awayek zelal bikaribe kar û barê xwe yê rojnamevaniyê bike. Lê mixabin îro li welatê me rojnamevan rastî astengî û zextên polîsan tên. Her wiha nûçeyên ku di malperan de tên serwîskirin ji hêla hikûmetê ve tên sansûrkirin û lînka wê malperê tê astengkirin. Li gel vê jî namîne doz derbarê rojnamevan de tê vekirin û destûrnayê dayîn ku rojnamevan bi awayek azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê bimeşîne. Li Tirkiyeyê çapemeniyek yek reng û yek deng hatiye avakirin û mirov nikare vê weke çapemeniyê binirxîne. Hikûmetê her tişt bi xwe ve girêdaye û rojnamegerên ne alîgir jî be rastî zext û pêkûtiyên dewletê tên.”

‘NÊRÎNA LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD Û MUXALÎF NAYÊ GUHERTIN’

Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Firat Topal jî anî ziman ku dema ew li qadê nûçeyan dişopînin rastî astengî û zextan tên û wiha pê de çû: “Zextên li ser çapemeniya azad û muxalîf timî heye û bi dijwarî berdewam dike. Her çiqas desthilatdarî were guhertin jî nêrîna wan ya li dijî çapemeniya azad û muxalîf nayê guhertin. Divê mirov li welatî li rojnamegeran çawan tê nêrîn û binavkirin binêre. Dema ku tu rojnamegerek muxalîf bi li vî welatî tu wekî rojnamevan nayê dîtin. Eger ku kar û xabata tu dikî û desthilatdariyê bêzar bike, wê gavê ev yek weke sûç tê dîtin. Dema ku mirov li dozên rojnamegeran dinêre tevahî jî ji ber nûçeyên serwîskirine têne darizandin. Li vî welatî rojnamegerî weke karekî sûç tê binavkirin. Ji xwe pirsgirêk divir de ye. Îro dema rojnamegerek muxalîf derdikeve nûçeyan dişopîne rastî zext, binçavkirin û girtinê tê. Di dema şopandina nûçeyê de weke ku timî tuyê sûç bikî, hêzên ewlehiyê nêz dibe û ev hişmendî hatiye avakirin. Heta ku bi nûçeyên xwe tu desthilatdariyê bêzar nekî, wê gavê weke rojnamevan tê dîtin. Lê gava ku nûçeyek ne bi keyfa deshilatdariyê were serwîskirin û rastî were ragihandin wê gavê weke makîneya sûç nêzî rojnamevan dibin.”

Topal destnîşan kir ku bi girtin, binçavkirin û zîndanîkirinê dixwazin rojnamegeran siza bikin û ev tişt got: “Berî 6 mehan nûçegihanên MA hatin girtin. Di rastiyê de li gorî fikra xwe rojnamegeran siza dikin û dixwazin ji rastiyê paş de gavan biavêjin. Li vî welatî ti carê rastî di tarîtiyê de namîne û em ê her gavê rastiyê ji civakê re ragihînin.”

‘PÊWÎSTÎ BI PIŞTEVANIYA HEMPÊŞEYÎ HEYE’

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Pinar Gayip ku demek dirêje di hindirê malê de girtiye û xebatên rojnamegeriyê di mal de dimeşîne jî anî ziman ku zextên li ser çapemeniya azad di esasê xwe de bi salên dirêjin ku li Tirkiyeyê hene û got: “Çapemeniya azad ji ber ku cihê xwe li gel civakê, mirovên mezlûm, kesên zext li ser wan hene digre dibe hedefa desthilatdariyê. Ji ber ku em li pey rastiyê ne û rastiyê di tarîtiyê de nahêlin û civakê ji rastiyê bêpar nahêlin em rastî berdêlên giran tên. Çepemeniya azad ji dîrokê heta niha ji ber ku rastî ragahindin buroyên rojnameyan hatin bombebaran kirin û rojnamevan hatin kuştin û revandin. Dîsan gelek hevpêşeyên me hatin zîndanîkirin û gelek ji wan jî têne darizandin. Tenê sedemek ya hikûmetê ya zextan heye ew jî naxwazin rastî ji gel re were ragihadin û derewên wan were eşkere kirin. Rojnamegerên li pey heqîqetê dimeşin rastî sizayên giran tên. Bi taybetî jî em rojnamevan li qadê rastî êrîş û astengiyan polîsan tên. Destûr naye dayîn ku em karên xwe bikin. Mudaxale dikin û ji ber van sedeman em di warê ragihandina rastiyan de gelek zehmetiyan dikişinin. Di heman demê de dest datînin ser amûrên me yên ragihandinê û gelek caran dişikînin ku em nikaribin karên xwe bikin. 

Li gel van êrîşan jî berxwedanek bêhempa ya çapemeniya azad heye. Li hemberî êrîşan pêwîstî bi piştevaniya hempêşeyî heye û divê piştevanî were xortkirin.”

‘LI DIJÎ ÇAPEMENIYA AZAD ÊRÎŞEK TOPYEKÛN HEYE’

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Lezgîn Tekay jî anî ziman ku li Tirkiyeyê timî desthiladariyê xwestiye dengê muxalîf bêdeng bike û wiha got: “ Li Tirkiyeyê êrîşek topyekûn li dijî çapemeniya muxalîf heye û ev êrîş jî li ser çapemeniya Kurd dijwar dibe. Hevalên me yên rojnamevan ên ku ji ber çêkirina nûçeyên avêtina 2 welatiyên ji helîkopterê servîskirin hatin girtin û piştî mehan û vir de hatin berdan. Li gel nûçeyên wan tenê dihêla rojnemgeriyê de bû, lê weke ‘endamên rêxistin’ hatin darizandin. Dîsan hevalên me yên din ên rojnamevan bi hincetên cuda têne darizandin û tên sizakirin. Ji ber ku desthilatdarî naxwaze ti rastî ji gel re were ragihandin, xebatkarên çapemeniya azad siza dikin. Ji bo ku rastî di tarîtiyê de bimîne xebatan didin meşandin, lê çapemeniya azad dema ku van rastiya radigihîne rastî zext û pêkûtiyên deshilatdariyê têne. Gelek caran rojnamevan rastî tacîza saziyên dewletê têne. Gelek caran endamên MÎT’ê û TMM li hevalên me yên rojnamevan digerin û wan tacîz dikin. Lê çi dibe bila bibe ev zext û pêkûtî nikare me ji rastiyê dur bixe. Weke xebatkarên çapemeniya azad ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne em ê timî binvîsin û ti carê ji rastiyan tawîz nedin.”