Çalakvana Sineyî bi kelepçeya elektronîkî serbest hat berdan

Çalakvana jin Kejal Nesrî ya nêzî mehek beriya niha li bajarê Sine ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû destgîrkirin, duh bi kelepçeya elektronîkî bi rengekî demkî serbest hat berdan.

Hat zanîn ku çalakvana sivîl Kejal Nesrî a xelkê gundê Tengîser a bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ku nêzî mehek beriya niha tevî çalakvaneke din ê bi navê Ferheng Eywezî ji aliyê hêzên îttîlaatê yê rejîma Îranê hatibûn destgîrkirin, duh bi danîna kefaleta 100 milyon tûmenî bi rengekî demkî serbest hat berdan.

Her wiha ew çalakvana jin bi kelepçeya elektronîkî hatiye kelebçekirin û jê re hatiye gotin ku heya demekî ne diyar nikare biçe gundê xwe.

Çavkaniyên nêzî cihê bûyerê jî radigihînin ku beriya serbestberdana Nesrî bi du rojan dayika wê li ber avahiya îdareya îttîlaatê ya Sine dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji ber wê jî berpirsên îttîlaatî neçar mane ku daxwaza dayika Nesrî qebûl bikin.

Heya niha jî nehatiye gotin bê ka ew çalakvana jin ji ber çi hatibû destgîrkirin.