Çalakiya Viyan qîrînek bû

Gerîlaya YJA Starê Dorşîn Rûbar Amed got, çalakiya Viyan Soran gelekî girîng e, li dijî komployê qîrîna wijdanê mirovahiyê ye.

Di salvegera 16'an a şehadeta Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) de gerîlayên HPG û YJA Starê ji ANF'ê re axivîn û qala wateya çalakiya Viyan Soran kirin.

Gerîlaya YJA Starê Dorşîn Rûbar Amed got, çalakiya Viyan Soran gelekî girîng e, li dijî komployê qîrîna wijdanê mirovahiyê ye.

Dorşîn Rûbar Amed diyar kir ku çalakiya Viyan Soran dewama çalakiya fedayî ya Zîlan e û got, "Wê demê cezayê hucreyê li Rêberê me dibirîn. Di heman demê de li dijî tevgera me û gelê me êrişên giran ên înkar û tunekirinê dihatin meşandin. Şehîd Viyan li dijî tasfiyekariya navxweyî bi vê çalakiya xwe sekneke dîrokî nîşan da. Qîrîna azadiyê ya ku bi çalakiya wê hate afirand îro roja me ronî dike, têkoşîna me ronî dike. Eger Şehîd Viyan bi çalakiya xwe wê rojê îradeya Apoyî bi kesayetiya xwe nîşan dabe, îro jî li Werxelê, Girê Sor, Zendûra û Mamreşo di tunelên şer de ev ruh dijmin têk dibe. Weke gerîla, li dijî êrişên faşîzmê em ê bi ruhê fedayî yê Apoyî heta dawiyê li ber xwe bidin.

'EM Ê BEDELA PÊWÎST BIDIN'

Milîtanên Apoyî her tim bi têkoşîna xwe peyama 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' didin cîhanê. Weke şopdarên Viyan Soran em jî têkoşîna xwe bi vê baweriya xurt dimeşînin. Weke gerîlayên azadiyê li dijî her cûre êrişên li ser Rêberê me, gelê me û tevgera me, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê têbikoşin. Me heta niha bedelên gelekî giran dan û dema pêwîst bike em ê hîn jî bidin. Çi dibe bila bibe serketin wê ya me be."

'BI ÇALAKIYA XWE RÊYA TÊKOŞÎNÊ NÎŞAN DA'

Gerîlayê HPG'ê Dersim Sakîne jî diyar kir ku Viyan di tevahiya jiyana xwe de aşiqa azadiyê bû û di vê oxirê de astengî hemû ji pêşiya xwe rakir û tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Gerîla Dersim Sakîne anî ziman ku Şehîd Viyan hem bi jiyana xwe hem jî bi sekna xwe ya li nava têkoşînê gelekî bandor li wî kir û destnîşan kir ku divê Viyan ji bo xelkê Başûrê Kurdistanê, jin û ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê weke sembolekê bê dîtin.

Dersim Sakîne got, "Çalakiya wê çalakiyeke ji rêzê nebû. Qîrînek li dijî bêdengiyê û neqebûlkirin bû. Çawa ku wê rojê Viyan Soran bi çalakiya xwe rêya têkoşînê nîşanî her kesî da, weke şopdarên wê em jî ji bo bicihanîna erk û wezîfeyên xwe di nava hewldanên mezin de ne. Hevrêyên me yên cihê xwe di pêngavên Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de digirin îradeya Apoyî nîşan didin. Weke gerîlayên HPG'ê em bi îrade û ruhê ku hevrê Viyan Soran nîşan da tevlî têkoşînê dibin. Çalakiya Şehîd Viyan Soran peyameke têkoşînê ya herî xurt e ku ji me û her ferdekî Kurdan re hatiye dayin. Banga ji bo têkoşînê ye. Em soza xwe dubare dikin ku pêwîstiya vê yekê bi cih bînin."