Çalakiya nobetê ya Mexmûriyan di roja 22'yan de didome

Çalakiya Mexmûriyan a li dijî têlên direhî di roja 22'yan de didome. Çalakgeran gotin ''Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin.''

Hêzen çekdar ên bi ser hikûmeta Iraqê ve xwestin ku dora Kampa Penaberan a Mexmûrê 27'ê Mijdarê bi têlên direhî dorpêç bikin. Mexmûrî li dijî vê rabûn, nehiştin ku têlên direhî werin danîn û piştre çalakiya nobetê dane destpêkirin.

Ezîza Teymûr têkilî çalakiya nobetê diyar kir şêniyên kampê ev ji 20 salan zêdetir e ji bo hebûnê têdikoşe, dev ji nasname û daxwazên xwe yên polîtîkayê neqeriyaye û got, ''Ev mirovên ku bi mirinê re rû bi rû bûne wê têlên direhî qebûl bikin?'' Mizgîn Kar jî got ew ê ti caran serê xwe netewînin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin.