Çalakiya malbata Gulîstan Doku di roja 4'emîn de ye
Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulîstan Dokû ku li Dersimê 2 sal in agahî jê nayê girtin, li pêş edliyeyê daye destpêkirin didome.
Çalakiya rûniştinê ya malbata Gulîstan Dokû ku li Dersimê 2 sal in agahî jê nayê girtin, li pêş edliyeyê daye destpêkirin didome.
Çalakiya rûniştinê ku malbata xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû ya li Dersimê ji 5’ê Çileya 2020’an ve agahî jê nayê girtin, ji bo aqûbeta keça xwe bipirsin, li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin, di roja 4’mîn de didome. Endamên Baroya Dersimê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê piştgirî dan malbata ku li ber edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin.