Çalakiya malbata Dokû rexmî barîna berfê jî didome

Malbata Dokû ku li ber Edliyeya Dersimê daxwaza hînkirina aqûbeta keça xwe Gulistan Dokû ya winda bûye dike, rexmî barîna berfê jî çalakiya xwe didomîne.

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû, di 5'ê çileya 2020'an de winda bû û ji vê rojê ve agahî jê nayê girtin. Malbata Dokû, bi armanca ku aqûbeta keça xwe hîn bikin 19 roj in li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Rexmî ku îro li Dersimê berf dibare jî malbata Dokû hat ber edliyeyê û banga xwe ya "Êdî bes e Gulistan bibînin" dubare kirin.

‘DENGÊ ME BIBIHÎZIN‘

Dayika Bedriye Dokû got ku edaletê dixwazin û ev tişt anîn ziman: "Keça min nebû çûk ji vi nefiriya. Êdî bes e bila jin neyê kuştin. Dengê me bibihîzin, çi hat serê keça min? Çima kes bersiv nade me."

Platforma Jinan a Dersimê jî hat ber edliyeyê piştgiriya malbata Dokû kir.