Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye

Çalakiya nobetê ya malbata Gulistan Dokû ya li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 10’emîn de berdewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve li Dersimê winda bû û agahî jê nayên girtin, a li pêş Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 10’emîn de berdewam dike. Dayik Bedriye û bav Halît Dokû yên hatin pêş avahiya edliyeyê, wêneyên keça xwe hilgirtin û aqûbeta wê pirsîn. Dayik Bedriye Dokû pirsa “Gulistan li ku ye? Çima hûn kujer nagirin?” kir.

Piştî demekê malbat li ser daxwaza Walî Mehmet Alî Ozkan li Walîtiyê bi Ozkan re hevdîtin pêk anîn û gotin ku walî her tim heman tiştan dubare dike.

Platforma Jinan a Dêrsimê serdana piştgiriya malbatê kir.