Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 298'an de ye

Têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar dewam dike, ku ji bo xizmên xwe yên sala 2018'an li Rihayê ji aliyê AKP'iyan ve hatin qetilkirin, hate destpêkirin.

Emîne Şenyaşar ku hevser û du kurên wê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê 14'ê Hezîrana 2018'an li aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrişê de birîndar bû, nobeda edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê dewam dike. Çalakiya nobedê 9'ê Adarê dest pê kiribû.

Di roja 298'an a çalakiya nobedê de li ser hesabê Twitterê yê malbata Şenyaşar ev peyam hate parvekirin: "Li ber Qesra Edaletê ya Rihyaê têkoşîna me di roja 298'an de dewam dike. Têkoşîna me di rojeva Tirkiyeyê de ye. Silav ji berxwedêrên li ber zilmê radibin re."