Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 27'an de ye

Malbata Gulistan Dokû di roja 27'an de çalakiya rûniştinê li ber Edliyeya Dersimê berdewam kir.

Malbata xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5'ê çileya 2020'an ve agahî jê nayê girtin, di 1'ê Çileyê de li ber Edliyaya Dersimê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya malbata Dokû di roja 27'an de berdewam dike. Malbat bi wêneyê Dokû hat ber edliyeyê û dest bi çalakiya xwe kir û pirsa "Gulistan li kuder e?" kir. Dayika Dokû, Bedriye Dokû diyar kir ku agahiya gumanbarê sereke Zainal Abarakov der barê aqûbeta keça wê de heye û xwest ku Abarakov bê darizandin. 

Platforma Jinan a Mersînê jî piştgirî da malbatê.