Çalakiya ji bo Gulistanê di roja 26'an de ye

Malbata Gulistan Dokû di roja 26'an de çalakiya rûniştinê li ber Edliyeya Dersimê berdewam kir. Dayik Bedriye Doku bertek nîşanî daxwaznameya “em mexdûr in” a dayika tawanbarê sereke yê keça xwe Zanal Abarakov da û got: “Gelo qet wîjdana we tune ye?”

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûra Dêrsimê Gulistan Doku ji 5’ê çileya 2020’an ve winda ye. Malata Doku ji bo aqûbeta keça xwe hîn bibe ji serê mehê ve li ber Edliyeya Dêrsimê çalakiya rûniştinê li dar dixe. Çalkiya malbatê di roja 26’emîn de berdewam dike. Malbat tevî barîna berfê ya zêde jî hat ber avahiya edliyê û çalakiya rûniştinê li dar xist.

Bedriye Doku ya dayika Gulistanê daxwaznameya dayika Zainal Abarakov, Cemîle Yucer a ku ji CÎMER’ê re nivîsandiye bi bîr xist û wiha got: “Dayika Zainal Abarakov gotiye ku mexdûr bûne. Lê keçek min winda ye û ceza dan a din. Ji serê mehê ve di bin baran û berfê de em li ber edliyê rûdinên. Gelo tu mexdûrî an em mexdûr in? Gelo qet wîjdana we tune ye?”

Endamên Platforma Dêrsimê û rêveberên CHP’ê serdana malatê kirin.