Çalakiya gelê Şengalê ya li dijî qeymeqamê PDK'ê didome

Duh qaymeqamê berê yê PDK'ê Meheme Xelîl xwestibû biçe Şengalê. Lê belê gelê Şengalê nerazîbûn nîşan dabû û nehiştibûn ku Xelîl bikeve Şengalê. Ev çalakî îro jî didomin.

Beriya niha Meclîsa Nînewayê biryar dabû ku qaymeqamê berê Şengalê Meheme Xelîl vegere ser karê xwe. Lê belê duh gelê Şengalê ji bo vê biryarê şermezar bikin dakete qadan û çalakî li dar xist. Dema Meheme Xelîl xwest biçe Şengalê, gel pêşî lê girt û nehişt ku Xelîl bikeve Şengalê. 

Li ser vê rewşê Meheme Xelîl daxuyanî da qenaleke nêzî televîzyona PDK’ê, PKK tawanbar kir û îdîa kir ku 'yên nehiştine ew bikeve nava Şengalê PKK ye'.

Lê belê piştî daxuyaniya KCK’ê ya 23’yê Adara 2018’an, gerîlayên PKK’ê bi daxuyaniyeke fermî ragihandibûn ku ew hêzên xwe ji Şengalê vedikişin û bi çavdêriya saziyên navneteweyî vekişiyabûn. 

Dîsa 2'ê Nîsana 2018'an qaymeqamê berê yê şengalê Meheme Xelîl bi xwe bi daxunaniyeke ji ajansa Rûsyayê Spûtnîkê re ragihandibû ku PKK ji Şengalê vekişiyaye, tu hêzên PKK’ê li Şengalê nemane. 

Qaymeqamê ku bi wekaletî niha li Şengalê li ser kar e Fehid Hamid, li ser van daxuyaniyên Meheme Xelîl ji ajansa me re axivî û ev gotinên Xelîl pûç kir. Hamid got, "Ev gotinên Meheme Xelîl ku dibêje kesên rê li ber wî girtî PKK’yî ne, ne rast in û gelê Şengalê bi xwe ye ku Meheme Xelîl qebûl nakin. Gelê Şengalê radigihîne ku Meheme Xelîl di rojên teng de, dema DAÎŞ'ê êrîş kirî ew tenê hiştine, reviyaye, gel bi terora DAÎŞ'ê rû bi rû hiştiye."

Her wiha Hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê Faris Herbo, di derbarê çalakiya gelê Şengalê ya li dijî Meheme Xelîl de ji ANF’ê re axivî û got: "Çalakiya gelê Şengalê ya mafdar îro jî bi awayekî girseyî didome. Gel dixwaze ku Meclîsa Nînewa û hikumeta Iraqê vê biryara xwe ya ji bo vegera Meheme Xelîl betal bike û kesên ku berê rêvebertiya Şengalê dikirin bên darizandin ku çima Şengal radestî DAÎŞ'ê kirine."