Çalakiya 'edaletê' ya malbata Şenyaşar dewam dike

Malbata Şenyaşar ku 203 roj in ji bo edaletê çalakiyê dike, nerazîbûn nîşanî bicihnehatina edaletê da.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûs a Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di heman êrişê de birîndar bû li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe ya nobeda edaletê dewam kir.

Dayik û kur îro ji bo roja 203'an li ber edliyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Bi navê malbatê peyamek li ser Twitterê hate parvekirin û hate gotin, "Dayikek ji ber bicihnehatina sîstema edaletê 203 roj in li ber deriyê edliyeyê li edaletê digere. Kes nikare li ber vê daxwaza samîmî û zelal raweste. Tenê dixwaze ku qanûnên heyî bi cih bê anîn."