Çalakiya Dagpinarê di roja 5’an de ye

Li bajarokê Dagpinar  a Qersê ji bo Abûbekir Erkmen ê HDP’yî ku bi hinceta BHQ’yî ye mazbataya wî nehate dayîn, çalakiya ji bo Erkmen di roja 5’an de didome.

Nerazîbûnên xelkê bajarokê Dagpinar ê navçeya Dîgor a Qersê li dijî nedayîna mazbataya ku bi hinceta BHQ’yî ye ya hevşaredarê Dagpinarê yê HDP’ê Abûbekir Erkmen, didomin.

Li bajarok çalakiya şev û roj ya 7 salî heta 70’î salî ya welatiyan ev 5 roj in didome. Nobeda gel li dora agir bi stranên berxwedanê didome.