Çalakgerên li Swîsreyê: Jiyanek bê Ocalan nabe!

Kurdistaniyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan li Swîsreyê ketine greva birçîbûnê banga mezinkirina berxwedanê kirin û gotin, "Em ê jiyaneke bê Ocalan ti carî qebûl nekin."

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo çalakiya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li Ewropayê çalakiyên greva birçîbûnê zêde dibin. Greva birçîbûnê ya li bajarê Bern ê Swîsreyê di roja 3. de ye. Çalakger ji ANF'ê re axivîn û got, "Jiyaneke bê Ocalan li ser gelê Kurd tê ferzkirin, em ê vê yekê ti carî qebûl nekin." Bang li Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan jî kirin ku çalakî û berxwedanê mezin bikin.

KURDA JI KIRGIZÎSTANÊ: EM HETA DAWIYÊ BI RÊBERÊ XWE RE NE

Greva birçîbûnê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê dewam dike. Ji çalakgeran Kurda ji Kirgizîstanê Xezal Mamedova got, "Ji bo qedandina tecrîdkirina Rêber Apo û piştgiriya ji bo hevala Leyla Guven em li vir in." Mamedova bi dewamî got, "Em Kurdên ji Kirgizîstanê, lenetê li tecrîdê tînin. Em heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne. Di vê mijarê de çi berpirsyarî dikeve ser milê min ez ê bikim. Ez ji vê ji hemû hevalên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê li ber xwe didin, silavên xwe dişînim."

TAŞ: GUH BIDIN DENGÊ KURDAN

Çalakgerekî din Mehmet Taş jî anî ziman, tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e û diyar kir, helwesta Ewropayê û CPT dike ku tecrîd hîn bêhtir bê şidandin. Taş got, "Li Îmraliyê sûc li dijî mirovahiyê tê kirin. CPT bi biryara xwe re helwesteke siyasî nîşan daye. Em nikarin li hemberî tecrîdê û vê helwesta CPT bêdeng bimînin. Bi vê armancê em li her derê çalakiyan li dar dixin.

Taş tirs û fikarên xwe yên li ser jiyana Ocalan bi bîr xist û got, "Em ê ti carî tecrîdê qebûl nekin. Her kesê xwe însan dibîne, divê guh bide dengê Kurdan. Bila her kes baş zanibe, Rêbertî ji bo me her tişt e."

DÛRGAC: DAXWAZA GUVEN DAXWAZA ME HEMÛYAN E

Çalakger Mehmet Dûrgac jî got, "Ji bo piştgiriyê bidim çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdê, ez li vir im. Daxwaza Leyla Guven daxwaza me hemûyan e. Em, kurdên li Ewropayê dixwazin bibin xelekek ji vê çalakiya Leyla Guven. Ez pê bawer im ku biryardariya gel wê bike ku dijmin paş ve gavê biavêje. Bang li Kurdên li Ewropayê dikim ku piştevanî û berxwedanê mezin bikin."