Çalakgerê greva birçîbûnê Oz li Farqînê spartin axê

Çalakgerê greva birçîbûnê Eşref Oz ku li Yewnanistanê jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Farqînê spartin axê.

Çalakgerê greva birçîbûnê Eşref Oz ku li Qampa Lavrîo ya li Yewnanîstanê, bi koma 22’yemîn re l dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û 26'ê Nîsanê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Farqînê ya Amedê spartin axê.

Malbata Oz, duh di saetên derengiya şevê de cenazeyê Oz ji Balafirgeha Amedê girt û bi konveyekê bir li gundê Hacîca yê navçeya Farqînê ketin rê. Endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên Farqînê jî di nav de gelek kes tevlî merasîma cenazeyê Oz bûn.

Eşref Oz, yekemîn kes e ku di çalakiya greva bîrçîbûnê ya ji 27’ê Mijdara 2020’an ve didome de jiyana xwe ji dest da.