Çalakger çûn serdana partiyên li Parlamenta Eyaleta Berlînê

Kurdistaniyên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan li Berlînê ketine greva birçîbûnê, serdana partiyên Dîe Lînke, FDP û CDU yên i Parlamenta Eyaleta Berlînê kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 5'an de ye.

Çalakgeran îro serdana partiyên Dîe Lînke, FDP û CDU kirin ku li Parlamenta Eyaletê komên wan hene.

Meryem Dayê ya ji Kasselê tevlî çalakiyê bû, bi navê çalakgeran axivî û polîtîkaya Elmanyayê ya ku Kurdan ji nedîtî ve tê rexne kir. Meryem Dayê got, "Hûn ê hîn heta kengî li ber vê zilmê bêdeng bin? Tecrîdkirina Rêber Ocalan û zilma li gelê Kurd tê kirin bibînin."

Nûnerên partiyan jî dosyayên Kurdistaniyan qebûl kirin û gotin ku wê bersivê bidin.

BERXWEDANA GUVEN HATE SILAVKIRIN

Çalakger li ber avahiya Parlamenta Federal li hev civiyan û piştre heta Branderbûrger Tor meşiyan. Bi navê Dîe Lînke Gokay Akbûlût tevlî mîtîngê bû û di çalakiyê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin.

Di çalakiyê de bi zimanên Elmanî û Îngilîzî belavok hatin belavkirin.