77 roj in li benda wergirtina cenazeyan in

Malbatên gerîlayên HPG’ê Salîh Ekîncî û Îzzet Ekîncî 77 roj in nikarin cenazeyê zarokên xwe yên şehîd werbigirin. Malbat 77 roj in li benda encama testa DNA’yê ne.

Li Aricaka Xarpêtê di 9’ê Hezîranê de şerek çêbûbû. Di vî şerî de gerîlayên HPG’ê Salîh Ekîncî (Devran Demîr) û Îzzet Yîgît (Firaz Amed) şehîd bûbûn. Ji bo wergirtina cenazeyan 77 roj berê xwîn hate dayin lê hê jî cenaze teslîmî malbatan nehatiye kirin.

Rayedarên Fermandariya Jendirmeyan a Bajêr a Xarpêtê di 9’ê Hezîranê de telefonî malbatan kiribûn ku zarokên wan mirine.

Her du malbat ji bo ku cenazeyên xwe werbigirin di 10’ê Hezîranê de çûbûn Xarpêtê û serî li Serdozgeriya Komarê ya Xarpêtê dabûn. Piştî serlêdanê ji bo testa DNA malbat şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê û mînaka xwînê ji malbatan wergirtin. Malbat 77 roj in li benda testê ne.