7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li hevşaredarê Îdirê Akkûş hate birîn
Li Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ê ku peywira wî hatibû desteserkirin û qeyyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ê ku peywira wî hatibû desteserkirin û qeyyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.
Li Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ê ku peywira wî hatibû desteserkirin û qeyyûm li şûna wî hatibû wezîfedarkirin doz hatibû vekirin. Rûniştina 8’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2’emîn a Îdirê hate kirin.
Hevşaredar Akkûş bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê tevlî rûniştina dozê bû.
Derbarê Hevşaredar Akkûş bi sedema beyanên şahidên veşartî û çalakiyên wî yên siyasî bi îddîaya ‘endamê rêxistinê ye’ 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.