6 sal û 3 meh ceza dan siyasetmedarê Kurd Geylanî

6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan siyasetmedarê Kurd Hamît Geylanî.

Ji ber ku siyasetmedarê Kurd Hamît Geylanî di sala 2011’an de beşdarî xebatek yekîtiya neteweyî ya Kurd ku bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatiye birêvebirin bûye, doz lê hatibû vekirin.

Danişîna biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Geylanî beşdarî danişînê nebû. Parêzerê wî Serdar Ozer amade bû. Dozger biryara xwe eşkere kir û xebata yekîtiya neteweyî ya Kurd ku Geylanî beşdar bûye wek sûc dît û xwest dadger heta 15 salan ceza li Geylanî bibire.

Parêzer Serdar Ozer parastin miwekîlê xwe kir û got ji bo vê sûcariya li miwekîlê wî tê kirin jî tu delîlek şênber nîne û xwest Geylanî were beratkirin.

Dadger xwesteka parêzer red kir û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Geylanî birî û derketina derveyî welat jî ji bo Geylanî qedexe kir.