6 sal cezayê girtîgehê li endama MEBYA-DER’ê Yildiz Damla hate birîn

Endama MEBYA-DER’ê Yildiz Damla ya ku bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ doz lê hatibû vekirin, 6 sal û 3 meh ceza lê hate birîn.

Derbarê endama MEBYA-DER’ê Yildiz Damla ya ku li Amedê di 3’ê Adara 2020’an de hatibû destgîrkirin û piştre hatibû berdan, bi hinceta ‘endama rêxistinê ye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina biryarê ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hate kirin. Yildiz Damla tevlî rûniştinê nebû, parêzera wê Semra Balyan di rûniştinê de amade bû.

Parêzer Semra Balyan diyar kir ku di dosyeyê de derbarê ‘endamtiya rêxistinê’ tu delîl tune.

Heyeta dadgehê bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Yildiz Damla birî.