516 roj in agahî ji Zeyneb Celaliyan nayê girtin

516 roj in agahî ji girtiya nexweş Zeyneb Celaliyan ya li Girtîgeha Yezd a Îranê tê girtin, nayê girtin.

Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ku bi îdiaya endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ye 14 sal e di girtîgehên Îranê de tê girtin. Hate zanîn ku ev 516 roj in tu agahî ji Celaliyan nayê girtin.

Zeyneb Celaliyan timî tê sirgûnkirin û malbata wê ji rewşa wê bi fikare.

Hate ragihandin ku beriya 17 mehan ji girtîgeha Yezdê sewqî Kirmaşanê û paşê cardin ew vegerandine girtîgeha Yezdê. Hate zanîn ku ji wê demê û vir de tu agahî jê nayê girtin.

Malbat û komeleyên mafên mirovan dixwazin demildest li gel Zeyneb Celaliyan hevdîtinê pêk bînin.