47'emîn salvegera damezrandina MKP'ê hate pîrozkirin

Salvegera damezrandina MKP'ê bi merasîmekê hate pîrozkirin. Şervanê MKP'ê Cafer Kahraman li merasîmê axivî û diyar kir, wê bi xurtkirina têkoşînê hesab ji faşîzmê bixwazin.

Partiya Maoîst Komunîst (MKP) ku 24'ê Nîsana 1972'an ava bû, salvegera xwe ya 47'an a damezrandinê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê pîroz kir.

Şervanê MKP'ê Cafer Kahraman li merasîmê axivî û diyar kir, wê têkoşîna azadiyê ya gelan li her qadê mezin bikin û hesab ji desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê bixwazin. Kahraman anî ziman, çalakiyên greva birçîbûnê yên bi pêşengiya gelan tên kirin dengê bindestan hemûyan e û wê heta dawiyê xwedî li wan derkevin.

'EM Ê HESAB JI FAŞÎZMÊ BIXWAZIN'

Cafer Kahraman salvegera 47'an a damezrandina MKP'ê li gelan hemûyan pîroz kir û got, "Bi navê hevrêyên me hemûyan ên ji dema damezrandinê û vir ve şehîd bûne em soz didin, em ê hesab ji faşîzmê bixwazin."