3. salvegera HBDH'ê hate pîrozkirin

3. salvegera HBDH’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hate pîrozkirin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan a 12’ê Adara 2016’an hatî damezrandin, 3. salvegera xwe li Herêmên Parastinê Yên Medyayê bi merasîmekê hat pîrozkirin. Pêkhateyên Tevgera Şoreşgeran û gelek şervanên azadiyê tevlî merasîmê bûn. Di merasîmê de Endamê Komteya Rêveber a HBDH’ê Tekin Yoldaş axivî.

‘EM Ê JI FAŞÎZMÊ HESAB BIPIRSIN’

Tekîn Yoldaş, di destpêka axaftina xwe de 3. Salvegera HBDH’ê li hemû gelan pîroz kir û got, “Gelên me, îro 3. sala HBDH’ê li pey xwe dihêlin. HBDH, ji bo têkoşîna gelên karker, kedkar, xizan, ji bo pêşeroja jin û ciwanan hat avakirin. Îro, dewleta faşîst li karker, kedkar, bindest û li her kesî zilmê dike. Dewleta faşîst, gelê me mihtacê pîvaz û nanekî kiriye. Pêşeroja karker, kedkar, jin û ciwanan didize. Yekane pêşeroja dide wan mirin, şer û xizanî ye.” 

Yoldaş, diyar kir ku HBDH wê ji faşîzmê hesab bipirse û wiha pêde çû, “Em li ser navê hemû hevrêyên xwe yên ji roja destpêkê heta niha şehîd bûne soz didin, em ê ji faşîzmê hesab bipirsin. Em ê li çiyayên Kurdisatanê bi bilindkirina têkoşîna li dijî faşîzmê, dîsa li çiyayên Tirkiyeyê bi bilindkirina têkoşîn û ala berxwedanê ji dewleta faşîst hesab bipirsin.”

‘DESTHILATDARIYA FAŞÎST DI ŞER DE ISRAR DIKE’

Yoldaş da zanîn ku çalakiya Leyla Guven a dengê xwe gihandiye milyonan, her ku diçe berbalav dibe. Her wiha faşîzma desthilatdariya AKP-MHP’ê di şer de israr dike û wê teqez ji faşîzmê hesab bipirsin û got, “Berxwedana ku kesekê dayî destpêkirin gihaştiye bi hezaran, mîlyonan. Em dizanin ku daxwazên Leyla Guvenê, daxwaza hemû şoreşger, demokrat û bindestên Tirkiyeyê ne. Di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî bê rakirin û şert û mercên girtîgehan bê sererastkirin. 

Rejîma faşîst di polîtîkayên şer de israr dike û ev jî weke xizanî, enflasyon û mêjokerî derdikeve pêşberî gelê me. Rastiyek e ku dewleta faşîst di meşandina vî şerî de ketiye tengasiyê. Lewre erka me şoreşgeran jî ew e ku em ala Şoreşa Yekbûyî bilind bikin. Li erdnîgariya Tirkiyeyê, li çiyayên Kurdistanê, li taxên şevînî yên xizanan, li kargehê karker tê de dixebitin, li fabrîkayan ji faşîzmê hesab bipirsin, ala Şoreşa Yekbûyî bilind bikin. Gerîlayên li çiyê têdikoşin, milîsên li kolanan têkoşîna azadiyê didin, karkerên li fabrîkayan li ber xwe didin, jinên li dijî kuştinên jinan li ber xwe didin, hemû ji bo heman armancê têdikoşin; ji bo têkoşîna me ya Şoreşa Yekbûyî.. Bijî têkoşîna me ya şoreşgerî, bijî şoreş û sosyalîzm.”