3 girtiyên jin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin
3 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
3 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê Elîf Denîz, Ronahî Sirdaş û Melek Evren li dijî binpêkirina mafên mirovan ên li girtîhan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin.
Li gorî agahiyan, midûrê ku nû li girtîgehê hate tayînkirin, li ser girtiyan ferz dike ku li hewşê û li ser piyan serjimartinê bikin. Jinan diyar kir ku li dijî zextên midûr, li dijî cezayên hucreyê û binpêkirina mafên xwe, wan dest bi greva birçîbûnê kirine û wê heta dawiyê bidomînin.